Jinên Rojava: Kirinên DAIŞ’ê ji bo civakan tehlîkeyek mezine
08:51
Zinarîn Aydîn/JINHA
AMUDÊ – Jinên Rojava girêdayî kiryarên DAIŞ’ê axivîn û diyar kirin tu peyîwendiya van kiriyarên dij mirovane bi ola îslamê re nîne. Jinan dan zanîn ku di hemû şeran de pîvanên şer hene û gotin: “Bi navê muslimantiyê xwe didin nîşandan lê tu têkiliya wan û ya muslimantiyê bi hev re tuneye. Mirovan bi awayeke hovane qetil dikin ev di qanunê tu şerî de jî tune ye. Tiştê ku ew dikin ne di qanunê şer de, ne di qanunê îslamê de û ne jî di exlaqê mirovatiya ku ji bo heqiyê şer dike de heye."
Di rojavayê kurdistanê de, jinên kurd li ser rastiya rêxistina Dewlet Elislam İraq û Elşam (DAIŞ) ê û kiryarên ku bi navê ola îslamê dike ne razîbûnên xwe anîn ziman. Jinan rexistina DAIŞ’ê weke xeteriyeke mezin ji bo jiyana tevayî gelan û tayîbatî jî jinan nirxandin. Jinan ew weke dijminê azadiya jinan şîrove kirin.
'Bi navê îslamê dikin lê ne misilmanin'
Jina bi navê Mencê şemzîn ya 75 salî destnîşan kir ku ger DAIŞ bi rastî li gora rastiya olê îslamê tevbigeriya mirovên bê guneh qetilnedikirin. Mencê derbirî ku Rêxistina DAİŞ bi hinceta îbadetan gelek mafên jinan ji destê wan digirin û wiha got: "Ew xwe bi navê îslamê rawa dikin lê tiştê ku ew dikin di rastiya tu olan de jî tune ye.
'Ji bo tevayî civakan xeteriyeke mezine'
Selma Xalid jî diyar kir ku DAIŞ tevgereke bê wijdan û bê rehme. Selma da zanîn ku ew îro rêxistinek ji bo tevayî civakan xeteriyeke mezine. Selma destnîşan kir ku îro DAİŞ tundiyê li tevayî civakê dike û aramiya civakan xera dike. Selma derbirî ku ew li dijî azadiya jinan û tevayî mirovan tev digerin û wiha domand: " Ger bi rastî DAİŞ misilmanbana ewê ji bo aşîtiya di nava gelan de bi xebityana. Jiber ku tevgera pêxember bi xwe jî li ser vê hîmê avabûye." Selma li ser Nêzîkatiya DAIŞ ya ji bo jinê jî axivî û got ku ew naxwazin jin azad be, lê bila baş bizanin jin ne azad be civak jî azad nabe.
‘Divê li hemberî DAİŞ’ê di raya giştî de hişyariyek bê kirin’
Fatma Îbrahîm jî di derbarê kirinên DAİŞ’ê de nêrînên xwe anîn ziman. Fatma diyar kir Ku DAIŞ dijminaya gelan dixwaze û pêwîste di raya giştî de hişyariyek û helwesteke hevbeş li hemberî terora DAIŞ'ê bê pêşxistin.
'Mirovan bi awayeke hovane qetil dikin'
Xezal Kemal jî di derbarê kirnên DAİŞ’ê de nêrînên xwe weha anî ziman "Ger bi rastî tevgera DAİŞ’ê tevgereke misliman bana ewê parastina nirxên mirovatiyê bikrana. Lê tiştê ku îro ew dikin berovajiyê vê yekê ye. Nuirxên mirovahiyê binpê dikin.” Xezalê balkişand ser nêzîkatiya DAİŞ’ê ya li hemberî jinan û wiha berdewam kir: " Îro desdirêjiyê li jinan dikin. Jinan tecawiz dikin, wan bi işkenceyan dikujin. Yê ku dibêje ez musilmanim berî her tiştî ji jinê re bi rêzdarin. Mafê jinan jî heye ji bo azadiya axa xwe, welatê xwe û civaka xwe tekoşîn bike û şer bike. Ew ji xwe re şerkirina jinê dikin hinceta êrîşkirinê lê berê hatiye gotin ‘Şêr şêre çi jin çi mêre.’ Ji ber wê jî ferqa zayendan nîne ew çiqasî êrîş bikin emê jî ewqasî rêxistina xwe ya jinan mezin û bi hêz bikin.”
‘Di şer de jî pîvan hene lê şerê DAİŞ’ê bê pîvane’
Rifaa Îbrehîm jî diyar kir ku DAİŞ mirovên ne baş û xayinin dest datînîn ser tevayî nirxên civakî û got: " Bi navê muslimantiyê xwe didin nîşandan lê tu têkiliya wan û ya muslimantiyê bi hev re tuneye. Mirovan bi awayeke hovane qetil dikin ev di qanunê tu şerî de jî tune ye. Tiştê ku ew dikin ne di qanunê şer de û ne jî di qanunê îslamê de û ne jî di exlaqê mirovatiya ku ji bo heqiyê şer dike de heye. Ji ber wê jî ew li dijî hemû nirxên civakî tekoşînê dikin. Ew êrîşî jinan, zarokan û hemû kevneşopiyên civakî dikin."
(za/zt)

