Jinên Amedî ber bi qada İstasyonê ve dimeşin
12:01
JINHA
AMED - DOKH, li qada Îstasyonê ya Amedê dê bi dirûşma "Ji Rosayan heta Sakîneyan Soza we soza me ye, rêya we rêya me ye" mîtîngê pêk tîne. Jinên Amedî ber bi qada Îstasyonê ve dest bi meşê kir.
Bi rojane li Amedê Amedekariyên 8’ê Adarê didomin. Îro jinên amedî li qada Îstasyonê li hev dicivin. Jin bi cilen xwe yên kurdewarî berê xwe dan Deriyê Rihayê. Bi erbaneyan stran vegotin û govend gerandin.
Sazî û dezgehên sivîl û rêxisinên jinan bi pankartên xwe tevli meşê bûn. Bi taybetî pankarta pîrejinan a ku bi destê xwe çêkiribûn ‘Jin jiyane, Jin zimane’ balê kişand ser xwe. Jinên endamên KESK’î bi pûl û moriyan pankarta ‘Serhildana me didome’ vekirin. Jinên EMEP’î jî bi pankarta ‘Em 8’ê Adarê pîroz dikin’ vekirin. Hevbeşên DOKH’ê jî bi pankarta ‘Ji bo avakirina civakeke azad û azadiya zayendî em li qada nin’ vekirin. Gelek dowîzên wekî bi kurdî tirkî yên wekî, "Ji operasyonên siyasî re na”, "Sakîne, Leyla, Fîdan", "Dest nede vîna me” û "Ji qirkirina jinê re na" vekirin. Her wiha jinan, hindûrê şîşeyên ped fasûliyên hişk xistin û bi kumaşên rengîn pêçan û di meşê de ritim girtin.
Jinên ku li deriyê Rihayê kom bûn ber bi qada Îstasyonê meşiyan.
(la)
