‘Li hemberî pergalê bi înat emê tekoşîna xwe ya jinan mezin bikin’
11:10
Asiye Tekin/ Şêrin Hiso/ JINHA
AMED- Ji 26 girtiyên siyasiyên ji doza ‘KCK’ê derketnin Şaredara Wêranşarê ya berê Leyla Guven û Şaredara Dêrikê ya berê Çaglar Demirel yên ku ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê derketin diyar kirin ku ji bo hemû girtiyên siyasî derkevin ewê tekoşînê bikin û got: “Ji bo pergala ku ji berxwedana jinan ditirse înat, emê tekoşîna xwe zêdetir mezin bikin.”
Şaredara Wêranşarê ya berê Leyla Guven û Şaredara Dêrikê ya berê Çaglar Demirel yên k udi sala 2011’an de ji doza KCK’ê hatin girtin û di 1’ê Tîrmehê de derketin dan zanîn ku dê ji bo azadiya hemû girtiyan têbikoşin. Leyla Guven wiha axivî: “Azadî di hişê mirovan dene.” Leyla destnîşan kir ku kurd kevneşopiya girtîgehan ji Mazluman û Sakîneyan hînbûne. Leyla derbirî ku siyasetmendara kurd Sakîne Cansiz ya kul i Parîsê hat qetilkirin di girtîgehê de wehşeta herî mezin dît û berxwedana herî mezin nîşanda.
‘Me girtîgeh kirine cihê perwerdê’
Leyla anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 16 salin di tecîrîtê de berxwedanê dike û felsefeyek nû avakiriye û wiha got: “Me jî di rêya Rêberê gelê kurd Abdullan Ocalan de girtîgeh kirine herêmên perwerdê. Me girtîgeh kiriye cihê jin têde azad û xweşik bibe. Dema ku em ji girtîgehê derketin ji ber em bi hemû hevalên xwe re derneketin em ne kêfxweşin. Dayîka bi navê Makbule ya k udi temenê 64 saliyê de niha di Girtîgeha Amedê de dimîne. Gelek hevalên me jinên ciwan bi awayekî bê mafî tên darezandin û di girtîgehan de dimînin. Ji ber van sedeman em xemgînin. Heta di serî de Rêberê gelê kurd Abdullan Ocalan û hemû girtî digihin azadiya xwe emê tekoşîna xwe berdewam bikin. Dema ku hemû girtî azadbûn wêdemê emê azadbibin.”
‘Li hemberî pergalê bi înat emê tekoşîna xwe mezin bikin’
Çaglar jî bilêv kir ku dewlet ji azadiya jinan ditirse û wiha domand: “Ji ber wê jî dewletê girtîgeh ji jinên tekoşîna azadiyê didin dagirtine. Ji bo hevalek ya me jina ciwna ya 20 salî sê car qasî temenê wê ceza dane wê. Niha jî dayîka Makbule ya 70 salî hîna di girtîgehê de tê girtin. Dema ku em li jina ciwan ya 20 salî û dayîka 70 salî dinêrin em dibînin ku niha di girtîgehan de 3 nesil hene.” Çaglar derbirî ku hinek jin li gel zarokên xwe hatine girtin û neçarin li gel zarokên xwe yên biçuk di şertên girtîgehan de dijîn û wiha berdewam kir: “Emê vê tekoşînê berdewam bikin. Emê li hemberî pergala ku ji berxwedana jinan ditirsin bi înat tekoşîna xwe bilind bikin. Tenê azadiya Serokatiya me û hemû hevalên me yên girtî dikare me azad bike.”
(zt)

