Di hezîranê de mêran 17 jin qetilkirin

12:35

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Her ku diçe li Tirkiyê tacîz, tecawîz, qirkirin û şideta ser jinan zêde dibe. Di maha hezîranê de mêran 17 jin qetilkirin, 26 jin tecawîz kirin, 56 jin birîndar kirin, 13 jin jî tacîz kirin. Di 6 mehên despêka sala 2014’an de 129 jin hatin qetilkirin, 58 jin û zarokên keç hatin tecawîz kirin, 292 jin hatin birîndar kirin, 57 jin û zarokên keç jî rastî tacîza zayendî hatin.


Lig ora nûçeya Bianetê di maha hezîranê de mêran 17 jin qetilkirin, 26 jin tecawîz kirin, 56 jin birîndar kirin, 13 jin jî tacîz kirin. Di 6 mehên despêka sala 2014’an de 129 jin hatin qetilkirin, 58 jin û zarokên keç hatin tecawîz kirin, 292 jin hatin birîndar kirin, 57 jin û zarokên keç jî rastî tacîza zayendî hatin. Ji sedî 17, 6 jin ji ber xwestine ji hevserê xwe bên berdan hatine qetilkirin. Jin ji sedî 53 ji aliyê hevserê xwe ve hatine qetilkirin. Li gorî agahiyên hatine dayîn 9 jin ji haliyê hevserê xwe ve hatine qetilkirin, 3 ji aliyê mêrên mirovên xwe ve, 2 ji aliyê cîranên xwe ve, 2 ji aliyê heskiriyên xwe ve û yek jî ji aliyê mêrê ku teklîfa bi hevre mayînê ret kirî ve hat qetilkirin.


Herî zêde jin li Stenbolê hatin qetilkirin


Jinek ya ku ji aliyê mirovên xwe ve hatiye qetilkirin gotiye “Ez mêr û zarokan naxwazin.” Jinjekdinê jî bi hinceta “Din ava taxê de ser wê fesadî hatiye kirin” hat qetilkirin. Jinek jî ji ber ji aliyê hevserê xwe ve bi kuştinê hatiye tehdîd kirin xwe întihar kiriye. Ji sedî 47 jin bi kêrê hatine qetilkirin û ji sedî 41 jî bi çekên agir hatine qetilkirin. 8 jin bi kêrê, 7 bi çekên agir, yek bi lêdanê, yek jî ji balkonê hatiye avêtin û wiha hatine qetilkirin. Cerdevanekê jî bi çeka xwe ya cerdevaniyê ku dewletê dayê hevsera xwe qetilkir. Piştî cînayetê di mêran bi xwe xwe kuştine. Du mêran jî piştî cînayetê bi xwe xwe tesîm kirine. Di hezîranê de jinên ku hatine qetilkirin temenê wan dinavbera 17 û 74 an denin. Jin û zarokên keç yên ku hatine qetilkirin piranî temenê wan dinavbera 14 û 74 an de tê guhertin. Herî zêde qirkirinên jinan li Stenbolê tên jiyan kirin. Di hezîranê de navendên ku qirkirinên jinan lê çêbûne evin Agirî, Denizli, Erzrum, Eskîşehîr 2, Stebol 7, Îzmîr, Samsun, Sêwas, Şirnex û Tekîrdag.


Tecawîz


Di hezîranê de mêran li 8 navendan 26 jin tecawîz kirin. ji sedî 92 jin ji aliyê mêrên nenas li cihên bê ewle hatin tecawîz kirin. Jinek li nexweşxanê ji aliyê bijîşk ve hat tecawîz kirin, jinek jî di mal de ji aliyê zirbavê xwe ve hat tecawîzkirin. 20 jin li cihên bê ewle bi zor ketin nava fuhuşê. 2 zarokên keç jî rastî tecawîza bi komî hatin. Di hezîranê de navendên ku tecawîz lê hatine jiyîn Edene 2, Entalya, Ertvin, Aydin, Stenbol 2, Sakarya, Şirnex û Tokat.


Şidet - birîndarî


Di hezîranê de mêran li 25 navendan li 56 jin û zarokên keç şidet kirin. Jin ji sedî 9 ji ber yan xwestine ji hevserê xwe cuda bibin yan jî ji heskiriyê xwe cuda bibin rastî şidetê hatine. Jinek li gel biryara ji hevserê xwe dur jiyan kirinê jî cardin ji aliyê hevserê xwe ve bi demancê hat birîndar kirin. Jinek li gel diya xwe ji aliyê hevserê xwe ve bi demaceyê giran birîndarbûn. Ji sedî 55,3 jin ji destê hevserê xwe şidetê dibînin. 7 jin ji aliyê mêrên malbata xwe û mirovên xwe ve tên qetilkirin. 5 ji aliyê hevserê xwe yê berê ve, yek ji aliyê heskiriyê xweyê berê ve, 2 ji aliyê berpirsên cihê karê xwe ve, 31 ji aliyê hevserê xwe ve, yek ji aliyê keyayê taxê ve, yek ji aliyê ajovanê atobûsê ve, 2 ji aliyê mêrên ne nas ve, 5 ji aliyê heskiriyên xwe ve şidet dîtine. Bi destê mêran şideta ser jinan ji sedî 70 jin darab kirine, ji sedî 14,2 kêr kirine, ji sedî 10,7 jî bi çekên agir hatine kirin. Mêrek bi çekîç li hevesera xwe xistiye, 2 mêran îskence li hevserên xwe kirine, mêrekê despêkê bi kêrê li jina xwe xistiye û paşê jî bi demanceyê birîndark iriye, mêrekê jî piştî hevsera xwe darb kiriye paşê jî agir bi mala xwe xistiye. Navendên ku şideta mêran lê hatiye jiyan kirin Edene 3, Aksaray, Enqere, Antalya 3, Dîlok 2, Aydin , Êlih, Bolu 4, Çorum 5, Denizlî, Amed 2, Erzrum, Eskîşehîr 2, Hatay, Stenbol 4, Îzmîr 4, Kayserî 6, Kocaeli, Konya 2, Sakarya 3, Samsun, Tekîrdag 2, Trabzon 2 û Yozgat.  


Tacîz


Di meha hezîranê de mêran li 11 navendan 13 jin û zarokên keç tacîz kirin. Ji sedî 46 tacîz li kolanan hatin jiyan kirin. 6 jin û zarokên keç li kolanan hatin tacîzkirin, 4 di malê de, yek di esansorê de, yek di dersxaneyê de û yek jî bi telefonê hat tacîz kirin. Ji sedî 61, 5 tacîzcî mêrên nenasbûne. 8 jin û zarokên keç ji aliyê merên ne nas ve hatine tacîzkirin. Jinek ji aliyê mamostayê xwe ve hat tacîzkirin, jinek ji aliyê hevserê xweyê ku xwest ji wî cuda bijî ve, jinek ji aliyê bavê xwe ve, yek ji aliyê hevalê xwe ve û yek jî ji aliyê mêrek mirovê xwe ve hat tacîz kirin. Di hezîranê de mêrên ku tacîz kirine temenê wan di navbera 19 û 45 saliyê dene. Di hezîranê de jin û zarokên keç yên hatine tacîzkirin jî temenê wan dinavbera 12 û 49 saliyêdene. Navendên ku têde tacîz hatî kirin Edene, Antalya, Bolu, Bursa, Stenbol, Kayserî, Kocaeli 3, Kutahya, Malatya, Sakarya û Samsun.


Şideta ku şidet afirandî


Di meha hezîranê de 5 bûyerên şidetê şidet afirandin. 4 jin ji aliyê hevserên xwe yên ji destê wan şidet didîtin ve hatin qetilkirin. Jinek ji aliyê hevesrê xwe yê ku ji desêt wî şidet didît ve dema de xewê debû bi hesinekê lêxist heta ku rakirin nexweşxanê.


Herî zêde li Deriya Reş şideta ser jinan hat dîtin


Di meha hezîranê de li 32 navendan 112 bûyerên şideta mêran derbazî çapemeniyê bûn. Herî zêde li Deriya Reş şidet hat jiyan kirin. Ji 112 bûyerên şidetê yên hatin jiyan din 30 jê li Deriya Reş hatin jiyan kirin. 28 li Marmarayê, 18 li Navenda Anadoluyê, 14 li Akdenizê, 11 li Egeyê, 6 li Rojhilatê Anadoluyê û 5 jî li herêma başurê Anadoluyê hatin jiyan kirin.


 (zt)