Ji bo Fîlmên Jinan ên Keça Mirtivan a Zeugma eleqeya mezin
12:34
Zehra DOGAN / Hazal PEKER - JINHA
DÎLOK – Endama Komeleya Çand, Huner û Xwezayê ya Kirkayak Pinar Şenoguz dibêje ku “Di guhê keça mirtiv de guharê ku ji xelekên di nav hev de ne pêk tê heye. Loma dema ku destpêkê hatiye dîtin, wekî ‘Keça Mirtivan’ hatiye binavkirin. Li gorî nêrîneke din jî, Dayîka Axê Gaîa’ ye. Em jî baş nizanin ku kîjan ji vana rast e. Lê wekî nûnera jinê, ew Keça me ya Mirtiv a Zeugma’ ye. Ji ber vê yekê me ev nav li beşa fîlmên jinan kir.” Di beşa ‘Fîlmên Jinan ên Keça Mirtivan a Zeugma ya Navnetewî’ de, fîlmên gelek derhênerên jin tên nîşandan.
2’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Onat Kutlar a Dîlokê ku ji aliyê Komeleya Çand, Huner û Xwezayê ya Kirkayak, di navbera 2 û 6’ê gulanê de bi şîara ‘Sînema Şahiyek e’, pêk tê. Endama Komeleya Çand, Huner û Xwezayê ya Kirkayak Pinar Şenoguz, têkildarî mîhrîcanê dibêje ku “Em xebatên xwe bi awayekî serbixwe dimeşînin. Me, ji bo ku di qada çand û hunerê de deriyek nû vebe, dest bi vê xebatê kir. Dîlok, di aliyê çand û hunerê de xwedî tecrubeyeke dewlemend e. Lê bi pîşesazî û koçberiya di salên dawî de bipêş ketî re, vê taybetiya xwe jidest daye. Komeleya me, hewl dide ku bi xebatên di qada çand û hunerê de, valahiyeke tije bike.” Pinar diyar dike ku di mîhrîcanê de fîlmên taybet ên ji bo keran (yên ku nabhîzin) û zarokan jî hene û dibêje “Ji ber ku sînemaya Dîlokê di aliyê bazirganî de bi fikar nêzik dibe, em bi vê mîhrîcanê, li vir ji bo gelek fîlmên ku dê nikaribin bên nîşandan, rê vedikin.” Pinar dide zanîn ku cî dane fîlmên derhênerên jin û fîlmên wekî ‘Zenne’ ku li ser mijara LGBT disekine. Pinar, beşên di mîhrîcane de cî digirin, wiha radigihîne: “Di mîhrîcanê de, Fîlmên Jinê yên Keça Mirtiv a Zeugma ya Navnetewî, Fîlmên Metrajê Dirêj, Belgefîlm, Kin û Kurtasî ‘Fîlmên Kin’, Beşa Taybet a Fîlmên Bê Asteng, Beşa ‘Fîlmên Zarokan ên Nepoxa Şîn’, beşên ‘Rêzdariya bo Hosteyan’ cih digirin.”
Ji bo derhênerên jin eleqeya mezin
Pinar, sedema ku navê Keça Mirtiv a Zeugma çima dane beşa fîlmên jinan, bi van gotinan vedibêje: “Keça mirtiv, mozaîka erda odeya xwarinê ya vîllayeke li Bajarê Antîk ê Zeugma ye. Di panoya bi wêne de, tenê fîgura serê jinê maye. Porê wê gij, du alî de şe kirî û bi laçikek hatiye girêdan. Eniya wê ne fireh e, sûretê wê pan, hestiyê hinarikê tûj e. Di guhê wê de, guharek ji xelekên di nav hev de ne pêk tê heye. Lewma dema ku teze hatiye dîtin, navê ‘Keça Mirtivan’ lê hatiye kirin. Li gorî nêrîneke ev fîgur, ji ber ku porê wê bi du alî ve hatiye şekirin, çavên wê û pozê wê, wekî Îskenderê Mezin tê şirovekirin. Li gorî nêrîneke din jî, ev Dayîka Axê Gaîa ye. Lê ji ber guliyên li kêleka serê wê, dibe ku Maînad a di şahiyên Dîanysos de cih girtî be. Em jî baş nizanin ku kîjan ji vana rast e. Lê wekî nûnera jinê, ew Keça me ya Mirtiv a Zeugma’ ye. Ji ber vê yekê me ev nav li beşa fîlmên jinan kir.”
Pinar, dide zanîn ku ji bo beşa Keça Mirtiv Zeugma ya Navnetewî ji mîhrîcana giştî veqetînin û bikin mîhrîcaneke fîlmên jinan, di nav hewldanan de ne. Pinar, diyar dike ku fîlmên derhênerên jin, di mîhrîcanê de rastî eleqeyeke mezin tên.
Wene: Hazal PEKER
Kamera: Zehra DOGAN
(zd-hp/xo)

