Li hemberî qirkirina jinan ‘kêmkırına ceza bi helwesta hurmetdarî’

14:03

JINHA


AMED - Kaddafî Taş ê jinbira xwe ya ducanî Zeynep Taş qetil kir, bi ragirtina heta bi hetayê (muebbet) hat cezakirin. Darizandina Kaddafî taş ê ji ber qetilkirina jinbira xwe Zeynep Taş (33) a ducanî par li gundê Yagmûr ê navçeya Amed Bismilê kuşt, doz lê hat vekirin, dewam kir. Di rûniştina li 1. Dadgeha Cezayê Giran de li gel bersûc Kaddafî, nizm û parêzerên gazinker amade bûn.


Di rûniştinê de dozger nêrîna xwe ya li ser esasê pêşkêş kir û da zanîn ku bersûc Kaddafî Taş, di roja bûyerê de bi jina Nûrettîn Taş Zeynep Taş re li heman malê bû, dest bi nîqaşê kirine û tevî ku dizanîbû Zeynep Taş ducaniye jî lê daye û ew kuştiye. Dozger ragihand ku bersûc li xwe mukur hatiye ku sîle li Zeynep xisatiye û aşkera ye ku sûcê kuştinê kiriye. Dozger xwest, ji ber sûcê "bi hestên cinawirî mirov kuştiye' bi cezayê ragirtina heta bi hetayê bersûc Kaddafî bê cezakirin. Li ser navê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê parêzer Remzî Atalay jî li rûniştina dozê da xuyakirin ku ew tevli nêrîna dozger dibin û xwest, di çarçoveya vê nêrînê de bersûc bê cezakirin. Parêzerê bersûc jî diyar kir ku muwekîlê wî bi daxwaza kuştina jinbira xwe tevnegeriyaye û xwest bê berdan.


mın texmîn nedıkır ku wê bımıre


Heyeta dadgehê cara dawî mafê axaftinê da Kaddafî Taş û anî ziman ku wî nexwestiye jinbira xwe bikuje, ji nişka hêrs bûye û bi vê hêrsê rabûye. Kaddafî got, "Ji ber ku ji kar hatim min ji jinbira xwe xwest ku ji min re taştê amade bike. Wê jî ji min re got, 'tu bi xwe amade bike'. Min jî sîleyek lê xist. Bi ser dev ket erdê, serê xwe û rûyê xwe li dîwêr xist. Dema xwîn ji rûyê wê hat, min hewl da wê rakim. Min qet texmîn nedikir ku wê bimire. Min ne dizanî ku sîleyek wê rê li ber rewşeke wiha veke. Dema jinbira min rewşa wê nebaş bû, apê min ew rakir nexweşxaneyê. Poşmanim, dixwazim bêm berdan."


kêmkırına ceza ya ji ber helwesta hurmetdarî!


Heyeta dadgehê piştî navbereke kurt biryara xwe aşkera kir û biryar da ku li gorî xala 82-1 a Qanûna Ceza ya Tirk bersûc bi cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî bê cezakirin. Dadgehê ji ber nêzîkatiya 'bi hurmet' a bersûc, ev ceza daxist cezayê ragirtina heta bi hetayê.


Jêder: ANF


(zt)