KESK’ê banga alîkakriya ji bo Rojava kir

15:23

JINHA

AMED
– Ji aliyê Platforma Şaxa KESK’ê ve ‘kampanyeya ji bo alîkariya Rojava’ hatiye despêkirin. KESK’ê di çarçoveya vê xebata xwe de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Demê yê KESK’ê Fuat Sonduk ve hat xwendin. Fuat got: “Di havîna germ û rojiya Remezanê de jî şerê li Rojava berdewam dike. Ji ber wê jî em alîkariya gelê Rojava dikin. Em bang li hemû karmend û gelê xwe dikin ku beşdarî kampanyeya ji bo alîkariya Rojava bibin.”


Platforma Şaxa Sendîkayên Karkeran (KESK) ê “kampanyeya ji bo alîkariya Rojava’ hatiye” dane despêkirin. KESK’ê di çarçoveya vê xebata xwe de li ber AZC Plaza ya Ofîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de têkela KESK’ê amadebûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi sernivîsa “Em şoreşak Rojava ya ku hêviy gelê Rojhilata Navîn e silav dikin” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Demê yê KESK’ê Fuat Sonduk ve hat xwendin. Fuat diyar kir ku hemû alîkariya ew di Ramazanê de kom bikin dê ji bo Rojava bişînin û wiha got: “Her dem şer tê wateya birçîbûn, tazîbûn û mirinê. Şerê li Rojava tê meşandin jî aliyê şer yê herî qirêj û girane. Gelê kurd yê li Rojava bi salane ji aliyê rejîma Baasê ve hatiye perçiqandin. Niha jî ji aliyê çeteyên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê ne girtine ve tên çewisandin û qetilkirin. Li Rojava çete bi awayekî herî hovane êrîşî gel dikin jin, zarok û bi her awayî mirovan qetildikin.”


‘Dê kampanyeya me ya xwarinê heta 20 temûzê berdewam bike’


Fuat anî ziman ku gelê Rojava rojên gelek zor derbasdikin û wiha domand: “Dê kampanyeya me ya ji bo alîkariya Rojava heta 20’ê temûzê berdewam bike. Di pakêta me ya Remezanê ji bo Rojava de xwarinên weke birinc, run, şekir, nîsk, makarna û ar heye. Dikarin ji marketan jî van tuştan bigirin û tevlî kampanyeya me bibin.”


Banga ji bo beşdarbûna kampanyayê
Fuat destnîşan kir ku yên dixwazin beşdarî kampanyayê bibin dikarin xwe bigihînin sendîkayan û wiha berdewam kir: “Di aliyê dermanan de dikarin xwe bigihînin saziyên tendurustiyê yên civaka sivîl. Di rojên Remezanê û havîna germ de berdewam kirina şer li ser gelê Rojava emê jî di aliyê alîkariyê de xwe bigihînin gelê Rojava. Em bang li hemû karmend û gelê xwe dikin ku beşdarî kampanyeya ji bo alîkariya Rojava bibin.”


Daxuyanî bi duruşmên ‘Bijî berxwedana Rojava’ bidawîbû.


 (zt)