Hat îdiakirin ku li Elbakê HPG yiyekê jiyana xwe ji dest daye

15:27

JINHA


WAN - Di pêvajoya diyalogê de lêgerînên çareseriyê berdewam dikin û ligel vê yêkê li Wanê pevçûn derket. Hate îdîakirin ku li herêma Xaşkan a Wanê di pevçûnekê de Endamekî HPG'ê jiyana xwe ji dest da.

Hate îdîakirin ku serê sibê li gundê Dirîşk a li herêma Xaşkan a navçeya Elbakê ya Wanê di navbera leşker û HPG'iyan de pevçûn derket. Hate hînbûn ku di encama pevçûnê de Endamekî HPG'ê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê. Tê gotin ku cenaze ji bo otopsiyê dê sewqî Wanê bikin.

Piştî bûyer hate bihîstin gelê navçeyê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê kom bû. Piştî polîsan êrîş li gel kir bûyer dferketin û li navçeyê rageşî berdewam dike.


(zt)