Biryara îskenceya hatî kirin‘Bi ser de dem boriye’ hat protestokirin

16:03

JINHA


AMED  - Bi pîşengiya Komeleya 78'yan ya Amedê, hezar û 500 mexdurên îşkenceyê yên di dema darbeya 1980'an de rastî îşkenceyê hatibûn, ji bo îşkencekar bên darizandin û hesab bê pirsîn serdan kiribûn. Serdana hezar û 500 mexdurên îşkenceyê yên di dema darbeya 1980'an de rastî îşkenceyê hatine bi hinceta ‘Bi ser de dem boriye’ hate redkirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bilîcî got:’Eger dewlet ji mirovahiyê re rêzdar be, divê bi van sûcên li dijî mirovahiyê re rûbirû were.’

Bi pîşengiya Komeleya 78'yan ya Amedê, hezar û 500 mexdurên îşkenceyê yên di dema darbeya 1980'an de rastî îşkenceyê hatibûn, ji bo îşkencekar bên darizandin û hesab bê pirsîn serdan kiribûn. Serdozgeriya Komarê ya Amedê serdana mexduran bi hinceta "Bi ser de dem boriye" red kir. Komeleya 78'yan ya Amedê têkildarî mijarê li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêveberê komeleyê û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bilîcî, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçi û nûnerên MEYADER'ê tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji bo darizandina 12'ê Îlonê, pêwîste sûçen Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bên darizandin" hate vekirin. Serokê Komeleya 78'yan ya Amedê Abdulganî Alkan diyar kir ku wan 6 salan li ser mijarê xebat kiriye û di encamê de dokumanekî ji 10 hezar rûpelan pêk tê, derketiye holê. Abdulganî, destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de hezar û 500 kesan ji bo berpisyar bên darizandin gilî kirine. 

‘Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî nabe’


Abdulganî da zanîn ku ev serdana wan bi hinceta "Bi ser de dem boriye" hatiye redkirin û bi vî avayî Tirkiyeyê peymanên navnetewî yê ku dibêjin, "Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî nabe" binpêkirine. 

‘Divê dewlet bi sucên ku kiriye ru bir u bibe’


Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bilîcî jî destnîşan kir ku di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî nabe îşkencekar û kujer hêj nehatine darizandin û wiha axivî: "Eger dewlet ji mirovahiyê re rêzdar be, divê bi van sûcên li dijî mirovahiyê re rûbirû were."

Daxuyanî bi çapikan dawî bû. 


(zt)