Li Elbakê dinavbera polîs û welatiyan de şerê dijwar

17:45

JINHA


WAN - Bûyerên li navçeya Elbakê ya Wanê piştî di pevçûna di navbera HPG'ê û leşkeran de Endameke HPG'ê jiyana xwe ji dest da dest pê kirin didomin û polîsan bi kevir û bombeyên gazê êrîş li şaredariyê kir û camên wesayîtan û şaredariyê şandin. Dozgerê Komarê yê Wanê diyar kir ku cenaze şandin Meletî.

Şevê din li gundikê Dirîşk ê gundê Xaşkan ê navçeya Elbakê ya Wanê pevçûn qewimî û Endameke HPG'ê jiyana xweji dest da. Li ser vê bûyerê li navçeyê bûyer derketin û bûyer didomin. Li navçeyê esnafan dikanên xwe girtin û di navbera gel û polîsan de pevçûn derketin. Koma minîbûsa polîsan şewitandin û dîreka MOBES'a wergêrandin ber bi qeymeqamtiyê ve meşiyan. Polîsa bi tund êrîş li komê kir û êrîş li şaredariya rêveberên BDP'ê û hilbijêran xwe lê parastin kir. Polîsan bombeyên gazê avêtin şaredariyê û bi keviran êrîş li şaredariyê kirin û dijûnên kirêt li welatiyan dan. Polîsan camên gelek wesayêtên fermî û sivîl ên li baxçeyê şaredariyê şikandin. Di dema bûyeran de polîsan guleya plastîk li stuyê Hevşaredara Elbakê Aynur Tarhan dan û birîndar kirin. Hate hînbûn ku di bûyerên navçeyê de gelek kes birîndar bûye. Heyeta ÎHD'ê ya çûye Elbakê ber bi qada pevçûnê lê qewimî ve derket rê.

Cenaze birin Meletî

Li gorî agahiya Serdozgerê Komarê yê Wanê ya daye Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya û Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah cenaze şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletî. Piştî cenaze şandin Meletî kesê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da HPG'iye zelal bû. Hat diyar kir ku leşkeran kemîn danîn û îdîa kirin ku kesên jiyana xwe ji dest da Fermandarê Herêma Masîro yê eyelata Kelareş bi navê kod Şêro ye. Cenaze ku de birin nehate zanîn.


(zt)