Siyasetmendarên kurd Sara Aktaş û Mehmed Akin tahiliye bûn
20:11
JINHA
AMED - Ji bo siyasetmedarên kurd Sara Aktaş û Mehmet Akin di doza sereke ya KCK'ê de biryara tahliyeyê hatibû dayîn. Lê bi hinceta dosyayên cuda nehatibûn tahliyekirin û piştî serlêdana parêzeran Aktaş û Akin tahliye bûn.
Çend roj berê der barê siyasetmedarên kurd Sara Aktaş û Mehmet Akin ku di doza sereke ya KCK'ê de tên darizandin, biryara tahliyeyê hatibû dayîn. Lê ji ber hincetên cuda Sara û Mehmed nehatibûn tahliyekirin. Parêzerên siyasetmedarên kurd careke din serlêdan kirin, dadgehê serlêdana parêzeran nirxandi û biryara tahliyeya Sara û Mehmed dan. Piştî ku biryara tahliyeyê bigihêje girtîgehê dê, Sara û Mehmed ji girtîgehên Tîpên E û D ya Amedê tahliye bibin.
(zt)
