Li Lîcê STK nobeta kon dewir girtin

20:23

JINHA


AMED – Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Amedê bi boneya mûdexaleya ku çend roj berê li konê çalakiya berxwedana Licê pêk hat bi heyeta saziyên sivîl ya Amedê lêkolîn kirin û ji bo rojekê konê nobetê dewir girin. Di konê nobetê de Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî axivî. Racî got: “Ji bo ku em li gel guhdarbikin hatine li vêderê. Sedemek sereke ya hatina me ya li vê derê ji bo hesasyeta pêvajoyê bê zanîn û lig ora wê gavên pêwîst bên avêtine.”



Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, Endamên Odeya Bijîşkan û Endamên Baroya Hiqûqan ji ber mûdaxeleya ku li welatiyên ku di çalakiya konê de bû û dest dan alên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên PKK/KCK’ê li cîh de lêkolîn kirin..


‘Em jî wek saziyan dixwazin sîyaseta demokratîk pêşkeve’


Racî diyar kir ku di çalakiya konan de pir caran mûdaxele çêbûye û di van mûdaxeleyan de gelek brîndar û şahadet çêbûne û wiha got: “2 roj berê jî li vir mûdaxeleyek çêbû. Me xwest vê bûyerê di cîh de bibînin. Welatiyê konê gotin ku pêvajo hesas e û xwestin dewlet gor pêvajoyê gav biavêje. Welatî xwestin dewlet bila rûmet bide nirxên kurdan. Welatiyan gotin ku bila dewlet gor rihê pêvajoyê tevbigere. Welatî xwestin Birêz Ocalan dahîl tevî girtî bê berdan û azad bibin. Em jî wek saziyan dixwazin sîyaseta demokratîk pêşkeve.”

‘Hiquqa li tirkiyê ji bo her kesê ne derbasdare’



Her wiha endamên Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê ji bo piştgirî bidin çalakiya berxwedana konê ya gundê Cellik ya Licê li vir daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê Serhat Eren anî ziman ku hê jî pirsgirêka kurd didome û di vê demê de gelê kurd pir caran rastî qetlîaman hatin. Serhat Eren da zanîn ku kesên ku mafên xwe yên demokratîk ya sivîl xwest bi kar bîne tê qetilkirin û wiha axivî: “Îro hê jî mirovên me ji bo nasname û baweriyên xwe wekî tên nîşandan. Ev çalakiya vê derê ji bo mafdar û pîroz e. Heta niha gelê kurd berdelek mezin da. Em dizanin ku ev pirsgirêk ji aliyekî din pirsgirêka hiqûqî ye. Em ê heta dawiyê mafê xwe yên hiqûqî ya demokratîk bikarbînin. 17 hezar mirov ji aliyê ku kiryarê wan ne diyar e hat qetil kirin. Ji bo êdî mirin û êş neyê kişandin em ê heta dawîyê bitêkoşin.”


(zt)