‘Nameya Serokatiya me bi hesreta 15 salan hatiye kesirandin’

08:37

Sevcan Atak / JINHA


İZMİR – Jinên Girtîgeha Şakranê bandora nameya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest avêtî pênûsê û ji bo wan şandî li ser wan kirî wiha anîn ziman: “Her kes weke ku dest didin Serokatiyê bi dehan caran name xwendin û hembêz kirin. Lê di heman demê de me hîs kir ku em jin yên pêşengiya jiyana azad dikin berpirsyariya me girantir bû. Di her peyîvekê de girêdan û heskirina Serokatî û jinan ya taybet û di kurahiyê de veşartî me hîs kir û bi dehan caran hembêz kir.”


Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest da pênûsê ji bo jinên girtiyên Girtîgeha Şakranê ji Girtîgeha Îmraliyê nameyek nivîsî û di 26’ê Nîsanê de bi riya Endama Heyeta HDP’ê Parlementer Pervîn Bulsan şand ji girtiyên jin re. Jinên Girtîgeha Şakranê kelecana xwe ya dema girtina nameyê bi nûçegihana dilxwaz ya JINHA yê Sevcan Atak re parkirin. Nesrîn Akgul ya ku name ser navê wê hatî şandin diyar kir ku Rêberê PKK’ê ji bo hemû jinên girtî dest daye pênûsê û ew name nivîsiye û got: “Dema ku heyet ji Îmraliyê vegeriya em hîn bûn ku Serokatî ji bom e name şandiye êdî kêlî û kelecanên bi tu awayî nayên vegotin me jiyan kirin. Qêrîn, lîlandin, rondikên çavan û hemû kelecanên me ber bi deryaya Îmraliyê ve diherikîn.”


‘Heval Pervîn êmanetê mey ê pîroz gihand me’


Nesrîn wiha axivî: “Paşê jî her kes di cihê xwe de difikirîn û bi rojan em bi hev re li benda hatina nameyê man.” Nesrîn da zanîn ku her cara mazgal vedibû weke name hat ew hemû bi wê kelecanê diciniqîn. Nesrîn destnîşan kir ku di dawiyê de Wekîla Koma HDP’ê Parlementer Pervîn Buldan bi xwe name gihande wan û wiha got: “Heval Pervîn emanetê mey ê pîroz anî teslîmî dilê me kir. Her kes weke ku Serokatî hembêz bikin bi dehan caran name himbêz kirin û xwendin. Lê di heman demê de me hîs kir ku em jin yên pêşengiya jiyana azad dikin berpirsyariya me girantir bû. Di her peyîvekê de girêdan û heskirina Serokatî û jinan ya taybet û di kurahiyê de veşartî me hîs kir û bi dehan caran hembêz kir.”


‘Piştî girtina Serokatiyê ez derketim çiyan’


Nesrîn derbirî ku ew zaroka malbatek bi darê zorê koçî Tirkiyê kiriye û dem adi sala 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye girtin ew derkektiye çiyan û wiha domand: “Ez weke jinek elewî ketime ser riya eşqa zanîn û  heqîqetê. Ji bo yek kirina azadî û hevgirtina baweriyan em têkoşînê didin. Em di lêgera maf, edalet û nûneriya wijdanê de dimeşin. Ji bo gihiştina maf û edaletê divê hişmendiyek ku tê xwestin bigihije civakê. Ev maf û edalet digihije cewherê elewiyan yê civaka xwezayî û pîroziya axê. Rê dibe dayîk û jin di vê baweriyê de dibe heyînek pîroz ku hêza jiyanê di afirîne. Ew heyînên çandê yên ku ez ji zarokatiya xwe de din ava çanda elewitiyê de hînbûme min din ava felsefeya xwe ya Apocitiyê de jî da jiyandin. Di encamê de ferlsefeya Apocitiyê jî xwe dispêre çanda civaki ya xwediyê cewherek kevnar û pak. Hişmendiyê bi civakê dide hînkirin di avakirinê de sira rê yan jî tekoşîna heqîqetê dide.”


‘Name bi hesreta 15 salan gihişt me’


Nesrîn bilêv kir ku nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo wê şandiye tam jî ji nava dilê wê nivîsiye û wiha berdewam kir:


“Serokê me her dem parvekirinê pîroz dibîne û bi hemû awayî hewil dide derdora xwe mezin bike. Di dawiyê de ji bo dilê mey ê ji hesretan dişewitî nameyek nivîsî, ew name bû gihandinek hemû sînor û dîwar ji nava me rakir. Tenê awantajek ya me girtiyan ji  bo xwe gihandina Serokatiyê. Ev 15 salin her dem me di hindir de ji bo Serokatiyê nivîsî. Serokatî bi hesreta 15 salan xwe gihand me. Ev ji bo her yekê j ime kelecanek gelek mezin bû. Her dem me ji bo xwe digot ‘Em xwe amadebikin ji bo hevdîtina Serokatiyê.’ Keda k udi nameyê de hatî dayîn nêzîkatiya min ya li demokrasiyê, wijdana min û berê bingehîn yê jiyana min honand. Dema kum in name xwend min destê xwe da ser dilê xwe. Min giraniya wê hîs kir. Em hevalên jin li beranberî layêqbûyîna wê nameyêne. Divê em xwe ji bo avakirina civakek bedew amadebikin. Ez difikirim ku em hemû hevalên jin bi vê zanebûnê tevbigerin.”


‘Ji derveyî Serokatiyê wekedin qubleya me ne gengaze’


Girtiya bi navê Cîhan Asî jî bandora nameyê ya li ser wê kirî wiha vegot:   


“Girêdayî nameyê din ava me de sehbet û pis çêbûn. Hinek ji hevalan helbesta ku Serokatî ji bo jinan şandî bi bîrdixist, hinekan jî berî niha nameya ku Serokatî ji bo jinên di Girtîgeha Sîncanê de şandî bibîrdixistin, hinekan j ime jî ew kulîlka k udi hucreya Serokatî de şînbûyî û paşê ji bo PAJK’ê şandî û dilê me bi hîsên azadiyê nexşkirî bibîrdixistin û ji hev re vedigotin. Her çiqasî aliyê girtinê yê bê rexnekirin jî hebe lê me di her demê de em wan bîranînên xwe pardikin. Kelecan û gurura xwe ya jinbûnê dubare dubar em bi hev re par dikin. Di dawiyê de name gihişt me. Weke her hevalekê min jî name hembêz kir. Weke her hevalekê bi her peyîvek ya nava nameyê de weke ku ez li gel Serokatiyême. Dema kum in destê xwe li ser tîpên nivîsa nava nameyê digerand weke ku destê xwe li ser destê Serokatiyê bigerînim û bi bişidîbnim min hîs  dikir. Min carekedinê name digirt û hembêz dikir. Ez difikirîm kum in wiha bidîtibana dê ez rexne kiribana. Min rondikên çavên xwe da rawestandin û carektenê jî be jiyana min ya milîtaniyê Serokatî û wateya çiyayên kum af kirinê rastiya ‘etîk û estetîkê’ baş zanîn û aliyê wê yê dîrokî min hîs kir. Min carekedinê jî weke ‘Jinek bi hişmendiya azadiyê rabûna çalakiyan’ ji dervayî Serokatiyê qubleyekdinê ne gengaze hîskir. Ji bom in name xwediyê wateyek wiha ye kum e ji nava girtîgehê derxist û berbi jiyana herî wate ve ber bi hemû jinên kurd birin.”


‘Di dilekî ciwan de cudabûn bi wateyekdinê gihandine’    


Ji girtiyên siyasi Ebru Guden jî hîs û hestê xwe yên dema girtina nameyê wiha anî ziman: “Me ciwanan jî bi jiyana xwe zêdetir ji kurahiya dilê xwe yê ciwan hîskir û name hembêz kir. Dema kum e name girt û bi kelecanek mezin lênêrî bi mere şopên xweşikbûna mirovan hêla. Bi xwendin û bi mereq lê nêrîna her peyîv û tîpên nameyê me heskirinek kur ya mirovan hîs kir.”


‘Min carekedinê jî dît ku Serokatî çiqasî me dayîkan baş têdigihije’


Di dawiyê de girtiya siyasi Emîne Aşkara jî di derbarê nameyê de hestên xwe hiwa anî zimam:


“Ji bom e dayîkên Kurdistanê wateya Serokatiyê gelek mezine. Weke dayîkeke dema kum in zanî Serokatî ji bo aştiyê û azadiya jinan çî jiyan kiriye ji bom in hêj zêdetir bû xwediyê wateyek mezin. Dema kum in di rojnameyê de dît ji bom e name şandiye êdî min nedizanî ji şanaziyan çî bikim û hem amin gazî hevalan kir. Ji xwe bi bihîstina wê nûçeyê re ji hemû qowîşan dengê lîlandin û çepikan bilindbûn. Weke ku girtîgeh rabû ser lingan. Wêdemê min baş zanî ku ji bom e jinan Serokatî hêviya azadiyê ya herî mezine. Bi gotinên weke ji kevneşopiya civakê rizgarbûn û bi seknek etîk – estetîk eşqa azad jiyan bikin ez ber bi lêpirsînekê ve birim. Ez li ser jiyana xwe û zarokên xwe fikirîm. Weke jinek koçerên Sêrtê girêdana me ya bi xwezayê re, ez dikarim ji niha û pêde li gel zarokên xwe girêdanek ya bi jiyan û xwezayê re çawan çêkim. Ji nûve ji bo dayîkan nirxandinên ku kirine min dît ku em dayîk çiqas dizanin  û di ferqêdenin. Lig ora min Serokatî mirovê herî nêzî nasnameya jinan û taybetî jî nêzî dayîkane. Dema ku ez van hînbûm û min zanî hîn zêdetir ji Serokatî hes kir û bi kuranî hîs kir. Bi nameya dawiyê re min zêdetir bi kuranî hîskir. Bi vê bûneyê ez bang li dayîkên ku weke Serokatî û PKK’ê bi zorê zarorên wan birine çiyan dikim: Bila polîtîkaya dewletê biprsin. Bila hewil bidin felsefeya Serokatiyê ya aştî û azdiyê hînbibin. Ji ber Serokatiya me û partiya me ji bo zarokên me nemirin û din ava aramiyekê de bijîn tekoşînê dikin. Lê dewlet bi qetilkirin, girtin û sirgunan bersivê dide. Divê dayîk sedema derketina zarokên xwe ya çiyayan baş lêkolîn bikin û dest bidin hev ji bo aştiyê tekoşîna xwe bilindbikin.”  


 (zt)