‘DAÎŞ hem komkujiyan dike û hem jî jinan di mal de kilît dike’

08:41

Şêrîn Hiso / JINHA


AMED –DAÎŞ bi êrîşên xwe yên hovane aramiya   gelan xira dike. Girêdayî êrîş û dagirkeriya DAÎŞ’ê jinên Amedê nêrînên xwe anîn ziman û bertekên xwe nîşan dan. Jinan diyar kirin ku DAÎŞ bi navê misilmantiyê komkujiyan dike û gotin: “Bi navê Musilmantiyê komkujiyan pêk tînin. Bi vê hişmendiyê qetlê mirovên kurd helal dikin. Divê her kes zanibe ku ev ne Mulsilmantiye ev wehşiyet e.  Heger çeteyê DAÎŞ’ê Musilmantiyê baş zanibin divê bizanin pêxemberê Musilmana Muhammed qetila jina, zarokan, mirovên temen mezin di şer û cengê de qedexe kiriye. Çeteyên DAÎŞ’ê berî her tiştî jin û zarokan qetil dikin. Qetil di çand û feraseta kurdan de tuneye. Dîrok ji van kirinan re şahidiyê dike.”  


Armanca Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAÎŞ) ê avakirinadewletek Îslamî Selefî li Sûriyê û Îraqê ava bikin. Ji bo vê armancê  komkujiyan bê rawestandin pêk tînin. DAÎŞ van komkujiya dibin serokatiya Emîrê xwe Ebû Bekir Elbexdadî de dike. DAÎŞ di Nîsana sala 2013’an de wekî rêxistinek hebûna xwe bi fermî îlan kir. Hejmara çetyên DAÎŞ’ê li Sûriyê tenê heya destpêka sala 2014’an giheşt 6 hezar çekdaran. Cihên ku DAÎŞ digire bin destê xwe di heman demê de dest bi sepandina zagonên xwe dikin li wan deveran. Hinek ji zagonên wan jî wihane: “Divê dema jin ji malê derket yek ji endamên malbatê li gel be. Din ava rojê de hemû ferzên nimêjê li mizgeftê bê kirin. Perwerdekirina zarokan li ser rêzikên ola îslamê. ferzkirina zekatê.” Girêdayî van kiriyarên DAÎŞ bi zorê ser gel didin meşandin û komkujiyên mezin dikin jinên Amedê bertekên xwe nîşan dan.


‘Armanca DAÎŞ’ê ya sereke girtina ruyê jinane’


Jina bi navê Rûşen Ekincî ya ku li bajarê Amedê dijî  diyar kir ku  Rêxistina DAÎŞ bi navê Musilmantiyê dixweazin berjewndiyên xwe bi destbixin, di derbarê jinan de jî xwediyê fikrek girtî û êrîşkarin û wiha axifî: “ Rêxistina DAÎŞ dixwaze jinan ji civakê qut bike û rola wan tune bike. Jin di mejiyê wan de ew mekîneya ku divê di malê de  bin, tênê ji bo anîna zarokan û karê malê bikin hebin.  Ji ber vê yekê lig ora zagonên wan derketina jinan ji malê qedexeye.  Armanca DAÎŞ’ê ew e ku jin çav girtî bimînin ji ber ku ev yek bi nerîna wan parastina namûsê ye. ez bawerim dema ku rêxistina DAÎŞ çalakbûna jinên kurd dibînin ji wan re wekî şaşî tê xuykirin ji ber  ku fikirê wan tevlîbûna jinan di çalakiyên civakî de qebûl nakin. Di çanda me de jin û mêr wekhevin. Jinên kurd azad in ev yek dibe sedema dujminayetiya kurdan îlan  bikin.”


‘Bi navê Musilmantiyê komkujiya pêk tînin’


  Yildiz Damla jî anî ziman ku Hukûmeta Tirkiyê berpirsê zêdebûna Endamê Rêxistina DAÎŞ’ê ne û wiha got: “ Hikûmeta tirkan dixwaze li hemberî kurdan rêbazên şer yên nû pêşbixin. Hikumeta AKP’ê berpêrsê şandina çeteyên DAÎŞ’ê li rojavayê Kurdistanê ye. Van pîlana ser kurdan bi navê Muslimantiyê dimeşînin. Bi navê Musilmantiyê dîsa komkujiyan pêk tînin. Bi vê hişmendiyê qetlê mirovên kurd helal dikin. Divê her kes zanibe ku ev ne Mulsilmantiye ev wehşiyet e.  Heger çeteyê DAÎŞ’ê Musilmantiyê baş zanibin divê bizanin pêxemberê Musilmana Muhammed qetila jina, zarokan, mirovên temen mezin di şer û cengê de qedexe kiriye. Çeteyên DAÎŞ’ê berî her tiştî jin û zarokan qetil dikin. Qetil di çand û feraseta kurdan de tuneye. Dîrok ji van kirinan re şahidiyê dike.”   


(şh/zt)