Li gundê Pirejmanê konê berxwedanê hat vekirin
12:02
Tîrmeh
4
/ 2014
JINHA
AMED – Bi boneya alîkaridayîna pêvajoya çareseriyê û berxwedana Lîcê li gundê Pirejman yê girêdayî Dicleyê konê berxwedanê hat vekirin.
Bi armanca alîkarîdayîna pêvajoya çareseriyê û berxwedana Lîcê li gundê Pirejman yê girêdayî navçeya Dicle ya Amedê konê berxwedanê hat vekirin. Hevşaredarên navçeyan û gelek welatî beşdarî merasîma vekirina konê berxwedanê bû. Di dema vekirinê de li derdora kon govend hat gerandin û welatiya duruşmeyên dilsoziya vi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve bilind kirin.
(zt)
