Dê li Mêrdînê ‘ZabitênTurîzmê’ bên peyîwerdarkirin
12:34
JINHA
MÊRDÎN – Di biniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê de ji bo turîstên herêmê û yên derve de dê ‘zabiteyên turîzmê’ bên peyîweridarkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin ya Mêrdînê Februniye Akyol girêdayî mijarê wiha axivî: “Ew zabiteyên ku em peyîwirdar bikin dê di heman demê de weke rêber bixebitin. Emê kesayetên di aliyê zimanên cuda de baş û bi mirovan re din ava peyîwendiyên baş de peyîwirdar bikin. Bê goman din ava wan de jî emê despêkê bidin zabiteyên jin. Emê ji bo rêjeya zabiteyan ji mêran zêdetir jinan bigirin.”
Her sal hejmarek gelek zêde turîstên hindir û jiderve tên landika şaristaniyan û muzeya servekirî Mêrdînê ziyaret dikin. Ji bo rehetî û bi hêsanî gera turîstan dê Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê beşa “zabiteyên turîst” avabike. Dê zabite bi peyîwerên li gora turîzmê bên peyîwridar kirin. Hevşaredara Bajarê Mezin ya Mêrdînê Februniye Akyol diyar kir ku ji bo hêsankirina gera turîsan wan pêdivî bi avakirina beşek wiha dîtine û got: “Nihal i Mêrdînê ser cadeya mezin Şarredariya Artukluyê lê dinêre. Dema kum e dest bi belavkirina peyîwirên xweyên lig ora sazumaniya dawiyê kir wê demê emê weke Şaredariya Bajarê Mezin li wê jî binêrin. Ji ber cadeya yekem yek ji deverên Mêrdînê yên herî giringe. Di heman demê de cihek ya ku herî zêde turîst eleqeyê nîşan dinine. Divê em ji bo wê zabiteyên teyîbet bişînin. Emê kesayetên di aliyê zimanên cuda de baş û bi mirovan re din ava peyîwendiyên baş de peyîwirdar bikin. Bê goman din ava wan de jî emê despêkê bidin zabiteyên jin. Emê ji bo rêjeya zabiteyan ji mêran zêdetir jinan bigirin.”
‘Dê zabiteyên ser cadeya yekem tenê peyîwera wan eleqebûna turîstan be’
Februniye da zanîn ku dê zabite hemû din ava karparvekirinekêdebin û wiha got: “Ji ber turîzim tayîbete ji ber wê jî em despêkê giringiyê didin turîzmê. Weke tê zanîn her sal gelek turîst ber bi Mêrdînê ve diherikin. Din ava esnafan de jî bê disiplînek heye. Li ser berhemên wan etîketek diyar nîne. Dema ku turîstên ne nasbin dikarin wan ber bi koşeyekê ve bikêşin. Ev jî bê bawerî û dîmenek ne şîrîn nîşan dide. Ji bo ku ev tev bikevin duzenekê me pêdivî bi vê xebatê dît.”
(zt)

