2’emîn Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir
13:07
JINHA
EFRÎN – 2’emîn Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê bi beşdariya dehan ciwan û gelek endamên saziyên sivîl despêkir. Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Fermadarekî YPG’ê ve hat kirin.
2’emîn Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê bi beşdariya dehan ciwan, nûnerên saziyên civaka sivîl, nûnerên rêxistinên herêmê, şandeyek ji wezareta Ciwan û Werzîşê, nûnerên YPG’ê û YPJ’ê li salona Navenda Çand û Hunera Demokratîk a bajêr dest pê kir. Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre sînevîzyonek derbarê kurtejiyana Têkoşer Çekdar Amed ê ku beriya du salan bi destê xayînan jiyana xwe ji dest dabû, hate pêşandan û hate bibîranîn.
‘Divê ciwanên Rojava deskeftiyan biparêzin’
Di Konferansê de Fermadarekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) axivî û lidarxistina Konferansê li hemû ciwanên herêmê pîroz kir û da zanîn ku rola ciwanan di pêşxistina şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelekî girîng e. Fermandarê YPG’ê girîngiya tevlîbûna ciwanan di nava refên YPG’ê û YPJ’ê de destnîşan kir û got: “Pêwîste ciwanên Rojava bi hemû hêza xwe destkeftiyên şoreşê biparêzin û ji rewşên cuda re amade bin.”
Di berdewama Konferansê de Endama Kordînasiyona Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Xelat Ehmed, Ciwanên PYD’ê, Wezareta Ciwan û Werzîşê axaftin hatin kirin û lidarixistina Konferansê pîroz kirin.
Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger berdewam e
Her wiha hate diyar kirin ku piştî bi dawîkirina konferansê ciwan ji bo bîranîna Têkoşer Çekdar Amed dê meşekê lidar bixin.
(zt)

