Li Mêrdînê hevdîtina hestiyar !

13:53

JINHA


MÊRDÎN - Dayikên Ethem Sarisuluk, Alî Îsmaîl Korkmaz, Berkîn Elvan û Ahmet Atakan ên di dema berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dan û endamên Piştevaniya Enqereyê, wê bi malbatên Roboskiyî û malbatên welatiyên di protestoya qereqolan de li Liceyê jiyana xwe ji dest dan re hevdîtinê bikin.


Malbat û endamên platformê, ji bo vê serdana ku bi şiyara "Ji bo em êşên xwe yên hevpar veguherînin têkoşîneke hevpar em diçin Roboskî û Liceyê" lidar dixin, ji Enqereyê hatin Amedê. Malbat ji aliyê Berdevkên KCD'ê Gulşen Alici û Mûstafa Akin û rêveberên ESP'ê ve hatin pêşwazîkirin. Endamên Platforma Piştevaniya Enqereyê û malbatên qurbaniyên çalakiyên Gezî dayika Ethem Sarisuluk Sayfi Sarisuluk, dayika Alî Îsmaîl Korkmaz Emel Korkmaz, dayika Ahmet Atakan Emsal Atakan û dayika Berlîn Elvan Gulsum Elvan piştre hatin Mêrdînê bûn û bi Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol re rûniştin.


Di hevdîtinê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn


Febrûniye malbat li ber avahiya şaredariyê pêşwazî kir. Dayikên Gezî û endamên Piştevaniya Enqereyê wê îro biçin gundê Roboskî cihê 34 welatiyên sivîl lê hatin qetilkirin. Sibê jî wê bi malbatên welatiyên di dema protestoya qereqolê ya li Liceyê de jiyana xwe ji dest dan re, hevdîtinê bikin.


(zt)