Êrîşa ser Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê
14:08
JINHA
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî ku xeta otobusê ya nû ya di navbera rêya Farqîn û Amedê de vekir û heqê rê kêm kir, îro ji Farqînê bi 7 otobusan kom hatin ber Şaredariya Bajarê Mezin û êrîşî peywirdarê ewlehiyê kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî ku xeta otobusê ya nû ya di navbera rêya Farqîn û Amedê de vekir û heqê rê kêm kir, îro ji Farqînê bi 7 otobusan kom hatin ber Şaredariya Bajarê Mezin û êrîşî peywirdarê ewlehiyê kirin. Di êrîşa ku polîs mudaxale nekir de alozî berdewam kir, koman dîsa êrîşî wesayîtên şaredariyê kirin û peywirdarên şaredariyê jî bersiv dan. Pevçûna pêk hat belavî ber edliyeyê û şaredariyê bû. Gel jî li dijî êrîşkaran rawestiyan.
Polîs bi bombeyên gazê mudaxale dike.
(zt)

