Dê dayîk ji bo pêvajoya çareseriyê li Edeneyê jî dest bi çalakiyê bikin

08:18

Sarya Gozuoglu - Bêrîtan Elyakut / JINHA


AMED – Dayîkên kul i Aamedê ji bo pirsgirêka kurd bi awayek demokratîk bê çareserkirin dest bi çalakiya runiştinê ya bê dem kirine, çalakiya wan rastî eleqeyek mezin tê. Jinên ku ji Edeneyê hatin Amedê diyarkirin ku dê li Edeneyê jî dest bi heman çalakiyê bikin û gotin: “Em dixwazin zarokên me vegerin, lê vegerek bi şeref. Dê dengê mey ê aştiyê li Edeneyê jî bilind bibe.”


Li gel pêvajoya çaresseriyê ya ku hatî despêkirin jî ji ber gavên pêwîst nayên avêtin, dayîkên ku zarokên wan tevlînava refên PKK’ê bûne li Parka Bîrdariyê ya beranber Walîtiya Amedê dest bi çalakiya runiştinê ya bê dem kirine. Çalakiya dayîkan ya bê dem di roja 18’emîn de berdewam dike. Çalakiya dayîkan ya ku bi rojane berdewam dike rastî eleqeyek mezin tê. Di serî de Amed û derdora wê jig elek bajarên weke Tirkiyeyê welatî tên çalakiya dayîkan ziyaret dikin. Yek ji van bajaran jî Edeneye… Şukran ya ku ji ber zora dewletê 2 lawên wê beşdarî nava refên PKK’ê bûne wiha got: “Weke dayîkeke kurd êdî em naxwazin êşan jiyan bikin. Em êdî naxwazin hesreta zarokên xwe jiyan bikin û rondikên çavan birêjin. Em naxwazin êdî cenazeyê zarokên me ji bom e bên.”


Dê çalakiya Dayîkan li Edeneyê jî despêbike  


Şukran da zanîn ku divê êdî hikumeta AKP’ê gavên pêwîst bavêje û wiha domand: “Gavek berbiçav ya dewletê avêtî nîne. Pêvajo gelek giran bi rêve diçe. Her dem dixwazin gelê kurd mijul bikin. Lê ewana xwe dixapînin ji ber êdî gelê kurd gelek şiyare. Em gelê kurd û tayîbetî jî jinên kurd di ferqa her tuştîdenin. Em di ferqa lîstokên wan de nin. Ji bo ku dewlet gelê kurd tune bike hemû rê ceribandin. Gelê kurd di riya bidestxistina nasnameya xwe de bedel dayînê gav paşde ne avêt. Em dixwazin zarokên me vegerin lê divê vegerek bi şeref be, ji ber wê jî emê çalakiya xwe bidomînin û li Edeneyê jî dest bi heman çalakiyê bikin.”


‘Emê li Edeneyê jî dengê xwe yê aştiyê bilind bikin’


Dayîkek dinê ya bi armanca ziyaretkirina çalakiya dayîkên Amedê Gulseren Savcî jî anî ziman ku wan banga dayîkan ya ji bo şatiyê û çalakiya wan di televizonê de dîtine û got: “Lawek yê min 2 sal berê beşdarî nava refên PKK’ê bûye. Ev 8 roje ez beşdarî vê çalakiya dayîkan bûme. Ji bo zarokên me yên li çiyan bi awayekî şeref vegerin, siyasetmendarên me yên di girtîgehan de derkevin û Rêberê me Abdullah Ocalan azad bibe ez beşdarî vê çalakiyê bûm. Min niha zarokên xwe di malê de bê xwedî hêlkane û ez hatime beşdarî vê çalakiyê bûme. Ji ber armanca min li vê derê ji bo aştiyê qêrîn û dengê xwe bilind kirine ji ber wê min zarokên xwe yên biçuk di malê de hêlane û hatime beşdarî vê çalakiyê bûme. Emê çend rojên dinê li gel dayîkan bimînin û paşê jî çalakiya xwe li Edeneyê jî berdewam bikin. Emê dengê xwe yê aştiyê li Edeneyê jî bilind bikin.”


(zt)