Prof. Necla Yongaçoğlu Şongu: Werin em ji bo aştiyê bibin yek

08:20

Mekiye Gorenç - Perihan Kaya / JINHA


JINHA


STANBOL – Profesora Zanîngeha San Dîegoyê û di aliyê mirovbûn, ewlehî û aştiyê de jî xebatan birêve dibe Necla Yongaçoglu Şongu nebûna aştiyê di cîhanê de û rola jinê din ava aştiyê de wiha vegot: “Ji bo aştiyê em hemû bibin yek û ya ji destê met ê em ji bo aştiyê bikin.”


 Profesora Zanîngeha San Dîegoyê ya herêma Kalifornyeya Emerîkayê û di aliyê mirovbûn, ewlehî û aştiyê de jî xebatan birêve dibe Necla Yongaçoglu Şongu ev qas salin di cîhanê de nebûna aştiyê û di aştiya cîhanê de rolê jinê nirxand. Necla diyar kir ku ev 2 hezar salin şerek giran li cîhanê tê meşandin, lê ji bo aştiyekê xebatek baş nayê kirin. Necla da zanîn ku xebata ji bo aştiyê xebatek nûye û divê xebatên baş bên meşandin.


‘Divê aştî dibin du sernavan de bê destgirtin’


Necla destnîşan kir ku ji ber nebûna aştiyê din ava civakê de pirsgirêkên weke pêşeroja civakê dikeve bin rîskê de, dizî, koç û qirêjiya derdor derdikeve holê. Necla anî ziman ku divê xebatên aştiyê dibin 2 sernavên weke pozîtîf û negatîf de berdewambikin û got: “Aştiya negatîf rawestandina şidet, şer û rawestandina çekan. Ev mijarane ji bo aştiyê giringin lê ne besin. Heger avakirina aştiyê tê xwestin divê pirsgirêkên civakiyên cuda bên destgirtin. Ev jî mijarên pozîtîfin. Ji xwe dema ku ev her 2 neyên bahev aştî çênabe. Em neçarin k udi van her 2 navendan de jî xebatan avabikin.”


‘Jin din ava civakên şer de rolên giring digirin’


Necla derbirî ku divê welatên di cîhanê de şer têde hatine kirin baş bên lêkolînkirin û wiha got: “Di cîhanê de ev 60 salin ev mijar tên nîqaşkirin. Em gelek tişt hînbûn. Em aştiya piratîk pêşniyar dikin. Di welatên weke Tirkiye, Filistîn, Sierra Leone û Kosova pirsgirêkên çawan hatine jiyan kirin û xebatên çawan hene? Din ava van hemû pirsgirêkan de em dibînin ku jin rolên giring digirin.”


‘Divê zimanê aştiyê bê pêşxistin’


Necla bilêv kir ku divê pirsgirêkên nava civakan bi awayekî stratejîk bên çareserkirin û wiha domand: “Heger aştî bê destgirtin despêkê divê ji cihên biçuk yên weke malbatê bê despêkirin. Divê din ava mirovan de zimanek yê  aştiyê bê pêşxistin. Em ji van xebatan re xebatên mîkro dibêjin. Piştî wê xebatên makro yên weke navbera bajar yan jî komên mirovanyên xwediyê nijadên cuda yan jî baweriyên cuda de bê despêkirin.”


‘Bi navê aştiyê ji bo xebatên jinan gavek cesaret’ 


Necla anî ziman ku ev xebatên ji bo aştiyê tên kirin giringin lê kêm û dereng mayîne û wiha berdewam kir: “Em neçarin ku aştiyê bikin malê civakê. Pêdiviya me bi xebatên wiha hene. Ez dikarim ji bo jinan bêjim ku werin em ji bo aştiyê bibin yek û tuşta ji destê met ê em bikin.”


 (zt)