‘Jin ne temaşevanên pêvajayê dê afrînera pêvajoyê be’
16:22
JINHA
AMED - Di mîtînga ku ji hêla hevparên DOKH’ê ve hatî organîzekirin de Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak axivî û wiha got: “Jin ne temaşevanên pêvajayê dê afrînerê pêvajoyê bibe.”
DOKH, li qada Îstasyonê ya Amedê dê bi dirûşma "Ji Rosayan heta Sakîneyan Soza we soza me ye, rêya we rêya me ye" mîtîngê pêk anî. Îro jinên amedî li qada Îstasyonê li hev civiyan. Jin bi cilen xwe yên kurdewarî berê xwe dan Deriyê Rihayê û bi erbaneyan stran vegotin û govend gerandin. Sazî û dezgehên sivîl û rêxisinên jinan bi pankartên xwe tevli meşê bûn.
Pankarta pîrejinan a ku bi destê xwe çêkiribûn ‘Jin jiyane, Jin zimane’, pankarta KESK’iyan a bi pûl û moriyan ‘Serhildana me didome’ hatî çêkirin, pankarta EMEP’iyan a ‘Em 8’ê Adarê pîroz dikin’ û her wiha pankarta hevbeşên DOKH’ê ‘Ji bo avakirina civakeke azad û azadiya zayendî em li qada nin’, ‘Ji Ocalan re Azadî, Ji qirkirina jinê re na’ li qada mitingê cih xwe girt. Gelek dowîzên wekî bi kurdî tirkî yên wekî, "Ji operasyonên siyasî re na”, "Sakîne, Leyla, Fîdan", "Dest nede vîna me” û "Ji qirkirina jinê re na" vekirin. Jinan, hindûrê şîşeyên ped fasûliyên hişk xistin û bi kumaşên rengîn pêça bû li qadê jî ritim girtin.
Heseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, Berdevka Meclîsa jinan a BDP’ê Pelîn Yilmaz, Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, Cîgira Hevserokên BDP’ê Meral Daniş Beştaş, Şaredarên navçeyên Amedê yên BDP’ê Fîkriye Aytin, Cemîle Emînoğlu, Yuksel Baran, Dayikên Roboskê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û Vekîla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hafîze Îpek tevli mitingê bû.
Li qadê nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî hat xwendin. Li ser navê Komîteya Amedekar a Mîtîngê Suzan Îşbîlen axivî û da zanîn ku her tim cîhan diguhere lê tenê statuya jinê naguhere. Suzan, destnîşan kir ku di serdestiya AKP’ê bêtir jin hat qetilkirin, ji ber ku hikûmet û edalep li pişt mêra ye.
’30 sal in bedel tê dayîn’
Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, di mîtîngê de destnîşan kir ku mîtînga îsal diyarî her 3 siyasetmedarên jin dikin. Zubeyde, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên kurd dê her tim li pêy rêberê xwe be. Em ê li hemberî polîtîkayên hikûmetê têkoşîna xwe bidomînin. Jinên kurd 30 sal in bedel dide û niha jî bedel dide. Lê jinên kurd ne wekî berê ne û dê xwedî nirxê xwe derkeve.
‘Berpirsiyariyeke dîrokiye’
Gultan Kişanak di mîtîngê de destnîşan kir ku ji bo dîrok bê guhertin û cîhaneke nû bê afirandin 8’ê Adarê wekî mîrat hat hiştin. Gultan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî Ocalan gotî ‘Heta ku jin azad nebe gel civak azad nabe’ Em ê vîna xwe azad bikin, bi têkoşîna xwe. Berpirsiyariyeke dîrokî heye. Em bang li mêran dikin. Band kesên ku hez dikin demokrat bibin divê xwedî li vî vînê derkevin. Ji bo jiyaneke çawa dive têkoşîn bê dayîn. Heval Sakîne her tim ji bo azadiyê hewlda û azadiyê tercih kir.”
Gultan, daxuyand ku divê kes li benda parçebûna rêxistina kurdan nesekine û wiha dirêjî da nêrînên xwe: “Birêz Ocalan Rêberê Gelê Kurd e rêbereke taktîk û stratejîk e. Em ji jinan hêvî dikin ku yekitiya xwe xurt bikin. Bibin xwediyê pêvajoyê. Heke ji bo aştiyê hewldan hebin dê jin hewl bidin. Dê kujerên Roboskê bê dîtin û hesab bê pirsin. Heke ji bo aştiyê dixwazin tiştek bikin, bila hevalên me yên li girtîgehê serbest berdin. Jin ne temaşevanên pêvajayê dê afrînerê pêvajoyê be.”
(la)

