Yekîtiya Sitar: Heger em nebin yek emê biçin yek bi yek

13:10

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Kordînasyona Yekîtiya Star bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî herêma Kobanê ku ji aliyên hêzên tarî bi destên çeteyan tên meşandin, şermezar kir. Di daxuyaniyê de bang li hemû aliyên kurdî yên siyasî hate kirin ku yekîtiya xwe xurt bikin û wiha hate gotin: “Eger  em nebin yek, em ê yek bi yek tune bibin.”


Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sîstema kapîtalîst li Rojhilata Navîn hemû cureyê şer pêşdixîne. Di heman demê de ji bo qezenckirina zêde jî hemû nirxên gel dixin bazaran. Ji ber vê yekê mirov, netew, ol, jin, zanist ji bo wan tiştekî bi nirx zêdetir amûra qezenckirinê ye û hemû kiryarên wan dûrî nirxên mirovahiyê ne. Êrîşên wan li rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û bajarê Mûsilê û gelek deverên Iraqê derketin holê. Hêzên dagirker di nav xwe de evan êrîşan pilan kirin. Bê guman armanca wan ji van êrîşan ew e ku dîroka mirovahî, azadiya jin, biratiya gelan, exlaq, çand, ol, zanist û jiyana hevbeş têk bibin.”


Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku sîstema kapîtalîstê hewl dide şoreşê ji cihê ku jê dest pê kiriye bişkîne û wiha têde hate gotin: “Li hemberî van êrîşên sîstema kapîtalîstê niha li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya jinan şoreşek tê meşandin. Şoreşa 19’ê Tîrmeha ev sê sal in di ser re derbas dibe. Ev şoreşa ku li herêma Kobanê bi berxwedana gel çirûska wê hate vêxistin, hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê tevlî vê şoreşê bûn. Gelê Rojava jiyan û pêşeroja xwe dide diyarkirin û xwe birêxistin dike. Di nava van 3 salên borî de gel berxwedaneke bêhempa da meşandin û keç û xortên wê bi lehengî bi xwîna xwe efsaneyên dîrokî nivîsandin. Gelê Rojavayê Kurdistanê hê jî bi kedeke mezin berxwedana xwe dide meşandin û xweseriya xwe ava dike. Li Rojavayê Kurdistanê vîna jinan û vîna gel ji nû ve hate vejînkirin û bişkivandin. Lê sîstema kapîtalîstê vê yekê berçav nagire û tehmûl nake, ji ber vê dixwaze şoreşa gel di cihê ku jê destpêkiriye û di salvegera wê de bişkîne.”


Derbarê hevdîtinên ku bi dizî di navbera gelek aliyan de pêk hatine di daxuyaniyê de wiha hate destnîşan kirin: “Hevditên ku bi dizî li Urdinê pêk hatine diyar dike ku êrîşên DAIŞ’ê ne serbixwe ye û armanca van êrîşan ne avakirina dewleteke îslamî ye. Ev hevdîtin ne cara yekemîn e, lê belê bi dehan caran eşkere bû ku Îsraîl, DYE, Tirkiyê, Îran, Siûdiyê, Sûriyê û PDK’ê di navan hevkariyê de ne. destên van aliyan di hemû êrîşên li Rojhilata Navîn de hene. Çeteyên DAIŞ’ê ne ji bo avakirina dewleteke îslamî şer dikin, tenê ji ber ku hêzeke talanker û terorîst e. Evan aliyan ji bo berjewendiyên xwe hemû nirxên mirovahiyê, ola Îslamê û mezheba wekî amûr bi kar tînin. Niha jî ji bo berjewendiyên sîstema kapîtalîst pêk bînin, tevdigerin û armanca wan ji vê yekê ew e ku nexşeya Rojhilata Navîn biguherin û hêza gelan tune bikin.”


Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: “Ev 3 sal in gelê Rojavayê Kurdistanê bi tena xwe li hemberî hemû êrîş, ambargo, komployên navnetewî ber xwe dide û parastina xwe dike. li Rojava gel xwe birêxistin dike, jiyana xwe bêyî desthilatdariya dewletan ava dike. Li Rojavayê Kurdistanê pilana dewleteke nijadperest têk çû û li şûna wê Rêveberiya Xweser ji aliyê hemû pêkhateyan ve tê avakirin. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî bajarê Mûsilê diyar dike ku berxwedana YPG’ê û YPJ’ê li hemberî heman çeteyan çiqas bi bandor e.”


Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku sîstema kapîtalîst niha ji bo têkbirina gelê Kobanê pilaneke nû dide meşandin û wiha pêde çû: “Em wekî Yekîtiya Star bang li hemû hêzên kurdî yên siyasî dikin ku li gorî berjewendiyên gel û netewa demokratîk tevbigerin. Divê em ji bîr nekin ku ‘eger  em nebin yek, em ê yek bi yek tune bibin’.”


Her wiha di daxuyaniyê de şehîdên şoreşê hatin bi bîr anîn û wiha hate destnîşankirin: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinan e. Em di kesayeta şehîd Berfîn de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Têkoşer Berfîn wekî endamekî Konfedrasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz beşdarî nava xebatên şoreşê bû û li ser banga seferberiya ku hate îlankirin, beşdarî nava refên YPJ’ê bû. Têkoşer Berfîn di berxwedana li hemberî êrîşên çeteyan li gundê Zormixar ê herêma Kobanê li gel 4 hevalên xwe şehîd ketin û bi xwîna xwe efsaneya lehengiyê nivîsandin.”


Daxuyaniya Kordînasyona Yekîtiya Star wiha bi dawî bû: “Em berxwedana gel, YPG’ê û YPJ’ê li herêma Kobanê di kesayeta şehîd Berfîn de silav dikin. Em bangê gelê xwe yê welatparêz dikin ku ji bo parastina axa xwe ji êrîşên çeteyan bi erka xwe rabin û tevlî nava xebatên parastinê bibin û bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin gelê herêma Kobanê.”