Malbatên wendayan aqubeta Deham Gunay pirsîn

14:24

JINHA


AMED  - Bi pêşengiya ÎHD'ê bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" di hefteya 282'emîn de aqûbeta windayan hat pirsîn. Di çalakiyê de aqubeta  Deham Gunay yê kul i gel birayê xwe hat binçavkirin û carekedinê xeber ji wan nehat girtin.


 
Bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" di hefteya 282'emîn de aqûbeta windayan hat pirsîn. Daxuyanî li Parka Koşuyolu li Pêykerê Mafê Jiyanê hat dayîn. Ligel gelek xizmên windayan rêvebirên ÎHD'ê, nûnerên MEYA-DER û gelek rêvebir û nûnerên Saziyên Sivîl ên Civakî tevlî daxuyaniyê bûn. Di heman demê de Li ser panqarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên kesên hatin windakirin, hatin vekirin. Sekreterê Komeleya Mafên Mirovan a şaxa Amedê Abdulselam Înceoren axaftinek kurt kir. Abdulselam, da zanîn ku ew 282 hefteye ji bo ku kiryarnediyar bên darizandin li vir in û ligel vê jî di vî warî de tu gav nehatine avêtin. Abdulselam, da zanîn ku ew hin guherînên qanûnî ku di çarçoveya pêvejoya dîyalogê ya ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, kêfxweş in got: "Ji bo ku careke din winda çênebin û ev pêvajo bi awayek aştiyane pêk were ji destê me çi bê em ê bikin."

‘Bi birayê xwe re hat binçavkirin û êdî xeber jê nehat girtin’
 Di çalakiyê de çîroka wendayê bi navê Deham Gunay ku ji Silopiya Şirnexê ye xwend. Înceoren, da zanîn ku di 11 Tirmeha 1997'an de Gunay dibin nav mêrgên wan û li wir torbeyek zer ku tê de gelek çek hene nîşan didin û wiha axivî: "Leşker, ji Gunay dipirsin ka ev çek yên te ne an na? Piştî bersiva neyînî ya Gunay, ew û birayê wî Nehyet ji aliyê leşkeran ve tê derbkirin. Deham, ji ber derbkirinê bêhemd dikeve. Leşker wan dibe Qerekola Jendermê a Xebûrê. Piştî dozgerî û dadger îfada wan digire di 12 tîrmehê de tên girtin." Înceoren, destnîşan kir ku li gorî gotinên birayê Gunay, piştî binçavkirinê wî careke din nedîtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî girteka 9 hêzên ewlehiyê ku der barê Deham Gunay de di 12 tîrmeha 1997'an de tê nîşandan ku ji ber ku Deham serê sibê di saet 03.00'an de hevdîtina wî bi kaçaxçiyên Iraqê re hebûye ji aliyê leşkeran ve dibin wê derê. Gunay ji destê leşkeran difilite û ber bi çemê Xezîlê ve dibeze." Înceoren, anî ziman ku dîsa li ser girteya hêzên ewlehiyê, leşker li çepe rast gule dibarînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gorî girtekê ligel vê jî kaçaxçî dibezin û ji çavan dûr dikevin. Lê piştre derdikeve holê ku 108 guleyên ku ji aliyê leşkeran ve tên barîn li cihê bûyerê nayên dîtin. Hewldanên malbata Gunay jî bê ancam dimîne."

Malbata Gunay der barê kesên ku di girteyê de navên wan derbas dibe doz vedike lê ew jî bê encam derdikeve. Li ser serlêdana malbata Gunay a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dewleta Tirkiyeyê tê mehkûmkirin. Lê ev 17 sal in, tu agahî ji Gunay nayê girtin.


(zt)