YPG: Di berxwedana Kobanê de 15 hevalên me jiyana xwe ji dest dan

17:32

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN- YPG’ê bi daxuyaniyekê pilacoya şer û pevçûnên li gundê Zormixar ê rojavayê herêma Kobanê eşkere kir. YPG’ê diyar kir ku di 4 rojan de bêtirî 130 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. her wiha di heman pevçûnan de 15 şervanên wan ji wan 4 ku di vê dawiyê de beşdarî seferberiyê bûne û şervanekî ji pêkhateya Ereb, bi lehengî jiyana xwe ji dest dan.


Bêtirî 130 çete hatin kuştin


Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniya xwe de got ku komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê di 2’yê tîrmehê de êrîşî gundên Zormixar û El-Beyadiyê yên rojavayê herêma Kobanê kirin û di êrîşa xwe de tang û çekên giran wekî topa 57 û gelek çekên din ku ji Iraqê anîbûn, bikar anîn.


Li ser vê yekê şervanên YPG’ê bi lehengiyeke dîrokî û rihekî fedayî bersiva êrîşan da û di encamê de di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn rûdan û di encama pevçûnan de 2 tangên çeteyan hatin rûxandin, gelek tirimpêlên leşkerî hatin bêbandorkirin. Her wiha bêtirî 130 çeteyan hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.


Agahî bi girûpekî şervanên YPG’ê re qutbûn


Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku pevçûnên ji 2’yê tîrmehê ve di navbera şervanên wan û çeteyên DAIŞ’ê rû didin de, agahî ji girûpekî YPG’ê qutbûn, piştre diyar bû ku piştî berxwedaneke leheng ku bi xwîna xwe efsaneyên dîrokî nivîsandin, jiyana xwe ji dest dabûn û bûn sembola berxwedana parastina gel.


Sicilê 4 şervanan beriya niha hatibû eşkerekirin


Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wan beriya niha navê 4 şervanan eşkere kiribûn ew jî ev bûn: “Henîf Elî (53) ji gundê Honkiş, Luqman Hekîm ji gundê Xerab Eto, Bêrîvan Kobanê ji gundê Şêran û Jîn Kobanê ji navenda Kantona Kobanê.”


Bersiva serferberiya giştî dan


Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameyên ku agahî ji wan hatibûn birîn eşkere kirin ew jî ev in: “Hêvî Anî û Şervan Botan ji Bakurê Kurdistanê” evan herdu şevan ku beşdarî banga seferberiya giştî bibûn, beşdarî gelek şerên germ bûn û li hemberî çeteyan berxwedaneke bê hempa dane meşandin.Her wiha herdu şervanên ku ji herêma Efrînê tevlî serferberiyê bibûn ev in: “Şoreş Serhildan û Dilyar Efrîn”


Rustem Ereb bû sembola biratiya gelên herêmê


Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku di nava şervanên wan ku jiyana xwe ji dest dane, şervanekî ji pêkhateya Ereb ê bi navê Rustem jî heye. Rustem Ereb bi hemû hêza xwe bi lehengî ji bo parastina biratiya gelan li herêmê heta dilopa dawî ji xwîna xwe ber xwe da.


Di daxuyaniyê de hate gotin ku şervanê bi navê Şervan Dildar û welatiyê bi navê Merwan Cezaîrî (47) ji gundê El-Beyadiyê di pevçûnên duh de jiyana xwe ji dest dan.


Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameyên şevanên wan wiha ne:


"Mizgîn Ehmed (Amara Hewraman), Soran Cimo (Baran Kobanê), Rohat Wês (Cîhan Botan), Mihemed Hiso (Dilêr Efrîn), Şiya Elî (Şoreş Serhildan), Kon Wilsonbol a ku ji navçeya Gogsî ya Erziromê (Hêvî Anî), Hogir Oso (Dilsoz Zagros), Rustem Ereb (Bi eslê xwe ereb), Xensa Xelîl (Sariya Kobanê), Bekrî Koro (Şervan Dildar) û Mihemed Nebo (Şervan Botan)”


(zt)