Girtiyên nexweş bi hinceta ‘tehlîkeya civakê’ naberdin!
09:09
Melek YUKSEL - Nurcan YALÇIN / JINHA
AMED – Girêdayî tahiliyeyên KCK’ê Parêzera buroya Amedê Seda Ranrikulu diyar kir ku derketina hinek girtiyên ji doza KCK’ê ne qenciyeke Hikumeta AKP’ê kirî, ev gavek dereng mayî û neçariyek ya wane. Seda balkişand ser rewşa ‘girtiyên nexweş’ û got: “Ji bo ku girtiyên nexweş bên berdan me serlêdan kir. Lê bi hinceta ‘tehlîkeya civakî’ daxwazên me ne anîn cîh. Yên ku weke ‘tehlîkeya civakî’ li wan dinêrin piraniya wan felc û nexweşên penceşêrê yên rewşa wan giranin.”
Lig elek bajarên herêmê û Tevahiya Tirkiyê di sala 2009’an de bi navê KCK’ê opereson hatibûn kirin. Di wan operasonan de şaredar, siyasetmendar, nivîskar û rojnamevan jî din av de gelek kes hatin girtin û ev nêzî 5 salane di girtîgehan de dimînin. Ji doza giştiya KCK’ê 94 kes dihatin darezandin. Girêdayî tahiliyeyên KCK’ê Parêzera buroya Amedê Seda Ranrikulu da zanîn k udi sala 2009’an de lig elek bajarên hêrêm û tevahiya Tirkiyê bi navê KCK’ê gelek kes hatin girtin û wiha got: “Ev şermek ya dewleta Tirkiyê ye.” Seda destnîşankir k udi demên dawî de berdana hinek girtiyên ji doza KCK’ê ji bo hilbijartina serokomariyê ya di meha tebaxê de dike.
‘Heger dixweze bersivê bide pêvajoyê divê hemû girtiyan berde’
Seda anî ziman ku derketina girtiyên ji doza KCK’ê neçariyek di aliyê hiquqî de divê hatibana kirinbû, lê Hikumeta AKP’ê vê weke qenciyekê dide nîşandan û wiha domand: “Em nikarin bi hişmendiya derketina girtiyên ji doza KCK’ê weke ‘Dadê cihê xwe dît’ binav bikin. Ji ber ev girtî bê suc û sebeb 5 sal di girtîgehan de hatin girtin. Ji ber demdirêj bê hikim girtî man li gorî hiquqî neçariyek bû derketina wan. Heger bi rastî jî hikumeta AKP’ê dixwaze di aliyê hiquqî û demokrasiyê de gavan bavêje wêdemê divê operasonên weke operasonên KCK’ê êdî neyên kirin û mirovên bê suc bi navê wan operasyonan neyên girtin. Di vê dozên weke doza KCK’ê bê suc hatine girtin û bi salan di girtîgehan de digirin li ber çavan bigirin û hemû girtî serbest bên berdan.”
‘Ji bo derketina girtiyên nexweş hincetên weke ‘tehlîkeyên civakî!’
Derketina girtiyên ji doza KCK’ê mijarek ya kêfxweşiyê ye lê ya li vêderê tê dîtin ne gav avêtina AKP’ê ye heger dê avekê bavêjin dê despêkê girtiyên nexwş yên li ber sînorê mirinê derxînin û wiha berdewam kir: “Niha di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş yên ku nikarin pêdiviyên xwe bînin cîh û hewce dike hinek li wan binêre hene. Dema kum e ji bo derketina wan serlêdan kir bi hincetên weke ‘tehlîkeya civakê’ ev xwestekên me red kirin. Yên ku ji wan re dibêjin ‘tehlîkeya civakê’ jî girtiyên nexweş yên ku nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî bînin cîh felc û nexweşên penceşêrê yên giranin. Hikumeta AKP’ê li benda cihekî dinê ya weke hilbijartinane ji bo weke qenciya xwe bide nîşandan berdana girtiyên nexweş.”
(zt)

