Kolektifa 26A: Em pergala hişmendiya mêran red dikin
10:16
Zehra Dogan - Asiye Tekin/JINHA
STANBOL- Kolektîfa 26A ev 6 salin li Stenbolê li hemberî hişmendiya deshilatiya mêran ji bo avakirina jiyanek nû dixebinin. Endama Kolektîfa 26A Mercan Dogan diyar kir ku tenê hevgirtin ne di aliyê aborîdene di heman demê de modelek ya civakî û çandiye jî.
Kolektîfa 26A ev 6 salin li Stenbolê li hemberî hişmendiya deshilatiya mêran ji bo avakirina jiyanek nû dixebinin. Endama Kolektîfa 26A Mercan Dogan girêdayî xebatên xwe yên Kolektîfa 26A 6 salin li Stenbolê berdewam dikin de axivî. Mercan da zanîn ku fikira hevbeş di ala 1936’an de ji dema “Şoreşa Îspanya ya Anarşîzmê” hatiye. Mercan destnîşan kir ku hevbeşî tenê ne modelek ya aboriyêye, di heman demê de modelek ya jiyana civakî û çandiye jî. Mercan destnîşan kir ku ew dixwazin anîrşîzmê li ser vê erdnîgariyê weke keveşopiyekê bidin jiyan kirin û got: “Tuştên ku em nikarin tehemûl bikin hene. Em hişmend deshilatiya mêr, hiyerarşî, otorîte û petrontiyê red dikin. Em li benda şoreşek ya demê wê ne diyar namînin. Em li cihê tundiya patronan îro bê petronbûnê bijîn.”
‘Em rola cinsyeta civakî red dikin’
Mercan derbirî ku herger otorîte û hiyerarşî nebe dê mirov bi heskirina xwe kar bike. Mercan bilêv kir ku ew newekeheviya zayendi ya din ava civakê de heyî red dikin û ferqa navbera jin û mêran de heyî na pejirînin.
‘Rêgeza me ya sereke gihandin û piştevaniye’
Mercan anî ziman ku jin li her deverên jiyan yên weke dibistan, kolan, cihê kar û malê rastî tundiyan tê û wiha got: “Emê di li her derê dijî van helwestan bin. Emê weke Kolektîfa 26A li hemberî reqabet, hesudî û hirsa ku kaputalîzmê avakiriye bi helwestek hêzdar rawestin. Rêgeza me ya bingehîn gihandin û piştevaniye. Emê di çarçoveya van rêgezan de li hemberî kaputalîzmê bendan çêkin. Em berhemên şirketên kaputalîsta qatîl nagirin. Em berhemên wan na xwbitînin û nagirin. Emê li hemberî wê jiyana alternatîf avabikin bi destê xwe hilberînên weke lîmonateya xwe û salçeya xwe çêkin.”
‘Ji Kolektîfê 15 jin ji bo çêkirina salçeyê çun Bursayê’
Merve Demir jî diyar kir ku ev saleke we di Kolektîfa 26A ê de dixebite. Merve da zanîn ku ew hem anarşîstek bi rêxistinkiriye û di haman demê de we jinek li gel mêran di şertên wekehev de dixebite. Merve anî ziman ku hilberîn di xwezaya jinan de heye û got: “Em din ava vê pergalê de gelek mesrefê dikin. Me jinan xwest em hilberînekê pêşbixin û li ser wê pêşniyarê 15 hevalên me yên jin ji bo xebatê çun Bursayê. Li Bursayê weke jin me salça çêdikir her çendî zor jî be di encamê de me jinan karek bi destê xwe dikir. Hevalên me yên mêr di vê hilberînê de li paş man em ji bo vê xemgîn bûn. Lê bi jinan re karek wiha kirin û serkeftin şanaziyek mezine.”
(zt)

