YPG/YPJ li hemberî êrîşên çeteyan dest bi hamleyek nû kirin
12:35
JINHA
KOBANÊ - Yekîneyên Parastina Gel duh li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li derdora herêma Kobanê bicih bûne û êrîşî herêmê dikin, dest bi hemleya bi navê "Hemleya tolhildana ji bo şehîdên Zor Mixarê" kirin. Di hemleyê de 100 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, 10 wesayît û gelek navendên çeteyan hatin rûxandin.
Şevê din saet di 03.00'an de şervanên YPG/YPJ'ê li gundên Zor Mixar, Beyadiyê, Ziyaret, Cib El-Ferec, El-Cidêdê, Xerab Eto, El-Şiyûx, Sûsik, Bîrkino, Cilbê, Camis û hin gundên din ên rojava û rojhilatî herêma Kobanê li dijî baragehên çeteyên DAIŞ'ê dest bi "Hemleya tolhildana ji bo şehîdên Zor Mixarê" kirin. Li gorî agahiyên hatin girtin şervanên YPG/YPJ'ê di hemleyê de gelek çalakiyên bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anîne û derbeyên giran li wan dane.
‘YPG’ê gelek alavên leşkerî bidest xistin’
Li gorî agahiyan di pevçûnên rojavayê herêmê de ji şevê din dest pê kirin û heta îro serê sibê dewama kirin de, zêdetirî 100 çete hatine kuşitn, 10 wesayît û gelek navendên çeteyan hatine rûxandin. Li gorî agahiyan li rojhilatê herêmê jî bi dehan çete hatine kuştin, lê heta niha hejmara wan nehatiye zanîn.
Li gorî heman çavkaniyan, heta herêm bi temam ji çeteyan neyê rizgar kirin wê hemle dewam bike.
(zt)
