Biryara DDB ji bo pirtûkên Abdullah Ocalan di Rojnameya Fermî de hat weşandin

14:15

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) a li ser berhevkirina pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê "Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê, Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Neteweya Demokratîk (Di Dorpêçiya Qirkirina Çandî de Parastina Kurdan)" ku destnîşan kir mafê Ocalan hatiye binpêkirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.


Dadgeha Destûra Bingehîn di sedema biryara xwe de diyar kir ku biryara destdanînê li dijî xala 10. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), li gorî xala 90. a Destûra Bingehîn divê hukmên PMME esas bên girtin û hat ragihandin ku biryara destdanînê binpêkirina xalên 25., 26., 90. û 141 ên Destûra Bingehîn e.


Di biryara 25'ê Hezîrana 2014'an hat dayîn de hat diyarkirin ku ji bo binpêkirin û encamên wê ji holê bên rakirin dosya ji Serdozgeriya Komarê ya eleqedar re bê şandin.


(zt)