‘Divê dewlet ji biryara xwe ya derengmayî şerm bike’

11:34

Sarya Gozuoglu / Bêrîtan Elyakut / JINHA


AMED – Welatiyan di derbarê zagonîbûna Pirtûka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya bi navê “Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê” de nêrînên xwe anîn zinan. Welatiyan diyar kirin k udi rastiyê de pêvajoya çareseriyê bi salane di pirtûkên Abdullah Ocalan de hene û gotin: “Divê dewlet ji vê biryara xwe ya dereng mayî şerm bikin.”


Dadgeha Destûra Bingehîn hinceta komkirina Pirtûka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya bi navê “Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê” de agahî dan û di rojnameya fermî de weşandin. Di weşanan û malên pirtûkan de êdî Pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bên çapkirin û bi cîh kirin. Di derbarê qedexekirina pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de Nivîskar Nuroj Munzur nirxandin kir. Nuroj da zanîn ku qedexekirina pirtûkên  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê wateya qedexekirina mafê kesan û wiha got: “Dewlet ji ramanên  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên k udi Kurdistanê de dikeve meryetê ditirse.”


‘Pêvajoya çareseriyê di pirtûkên Abdullah Ocalan de veşartiye’


Nuroj bibîr xisti k udi rastiyê de bi salane pêvajoya çareseriyê di Pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de veşartiye û wiha domand: “Dewletê ev red kir. Birêz Abdullah Ocalan ramanên xwe bi riya pirtûkên xwe dide diyar kirin. Polîsan êrîşî ser mala me kirin û di mala me de pirtûka Birêz Abdullah Ocalan ya bi navê ‘Parastina Gelekê’ girtin û birin. Şanaziya min ya herî mezin niha dîtina wan pirtûkan din ava refên pirtûkxaneyandene.” Nuroj destnîşan kir ku dê ji niha û pêde zêdetir bi hêsan pirtûkên Birêz Abdullah Ocalan bên xwendin û zêdetir dê gelê kurd lê xwedî derkevin û wiha berdewam kir: “Bi tayîbetî jî bardikeve ser milê ciwanan ji ber yên herî zêde pêvajoyê birêve dibin ewin. Dê ciwanên kurd dewletê bidin şermê û dê dewlet jî ji vê biryara xwe ya dereng mayî şerm bikin.”


‘Divê jişmendiya qedexekar şerm bikin’


Xebatkarê Mala Pirtûkan ya Aramê Serhat Temel  balkişand ser şerma dewleta ku pirtûk qedexe dikir û got: “Li aliyekê li gel Rêberê gelekê dike, li aliyê dinê jî nexşerêya amade kiriye ramanên di derbarê pêvajoya çareseriyê de berhav kiriye qedexe dike û desturê nade gel bixwîne. Ev nêzîkatiya ewletê weke her demê di pêvajoya çareseriyê de jî hat dîtin.” Serhat şanaziyan xwe ya di derbarê rakirina qedexeya ser pirtûkên Birêz Abdullah Ocalan wiha anî ziman: “Herî kêm weke hemû çavakaniyên dinê ew çavkanî jî dê bigihin destê me.”


‘Biryarek dereng mayiye’


Serhat rakirina qedexeyên ser pirtûkên Birêz Abdullah Ocalan gelek girîn dibîne û wiha got: “Ev biryarek derengmaye. Beriya ku ew qedexe bê rakirin jî gelek taleb hebûn. Ji ber welatî dixwazin pirtûkên Rêberê xwe bixwînin. Ji welatiyan gelek taleb hene. Ji bo wê jî divê malên weşanan di demek kin de hema dest bi zêdekirinê bikin  û bigihînin ber destê xwendekaran.”


‘Birêz Abdullah Ocalan fîlazofê  gele’


Xelîl yê ku ji kantona Kobanê ya Rojava hatî û dem ali wê bû xwendekarê beşa dîrokê bû jî diyar kir pirtûkên Birêz Abdullah Ocalan jî weke hemû pirtûkan divê di pirtûkxaneyan de bên bi cîh kirin. Ji ber we pirtûkên gerdunîne û wiha domand: “Divê morv bi qasî dixwaze bikare pirtûkan bixwîne. Pirtûkên Rêbertiyê jî xwediyê naverok û nirxek mezinin. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan fîlazofê gele. Ji ber wê jî divê derfetên ku her kes bikarin wan pirtûkan bixwînin bên avakirin.”


‘Armanc qedexekirina Rêberê gelê kurde’


Xelîl anî ziman ku pirtûkên Birêz Abdullah Ocalan gelek giringin divê ji aliyê tevayî gelên cîhanê ve bên xwendin û wiha berdewam kir: “Heta divê di dibistanan de divê bên xwendin. Berê de xwe gihandina pirtûkên Birêz Abdullah Ocalan gelek zor bû. Lê niha despêkiriye dê li her derê êdî bên dîtin û mirov dê xwe bi rehetî bikare bigihîne wan. Ev rewş min gelek şanaz dike.”


 (zt)