Karkerên erdhejê li hemberî ‘erdheja 3’emîn’ di berxwedanê denin
11:38
Seren Sezer - Berivan Sumer / JINHA
WAN – ÎŞ-KUR hinek hincet nîşan dan û di 13 hezîranê de karker ji kar derxistin. Li hemberî wê helwesta wan ev 20 rojin karker li Parka Feqiyê Teyran di berxwedanêdenin. Karkeran diyar kirin ku ew mafê xwe dixwazin heta ku mafê xwe bi dest nexin dê berxwedan xwe berdewam bikin. Karkeran derxistina xwe ya ji kar weke erdheja 3’emîn binav kirin.
Erdheja Wanê ya sala 2011’an ku bûyî sedema wendakirina gelek welatiyan û xirabûna gelek avahiyên navendê. Piştî erdhejê dibiniya ÎŞ-KUR’ê de 7 hezar 286 welatî girtin kar. Di meha dervasbûyî de bêyîku tu sede3man nîşan bide ji kar avêtin. Karkerên ku ji bo bidestxistina mafê xwe ji 13’ê hezîranê heta niha li Parka Feqiyê Teyran di berxwedanê de nin dan zanîn ku heta di derbarê bi destxistina mafê xwe de agahiyekê ji berpirsan negirin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Ji karkerên ji kar hatîn derxstin Selîm Cengîz û Nurcan Urper pêvajoya jiyan kirîn û her roja diçe zêdetir alîkariyê digirin nirxandin.
‘Jin ji ber pirsgirêkên malbatê nikarin alîkarî bidin’
Ji karkerna Nurcan Urper destnîşan kir ku piştî erdhejê ew piştî erdhejê bi can û malê xwe ji bo welatiyên di erdhejê de zirar dîtine xebitîne û niha derxistina 7 hezar û 286 karkeran ji kar bêmafiyek mezine. Nurcan derbirî ku ji karkerên ji kar hatine girtin 644 jinin û got: “ji ber van sedeman jin niha rewşek gelek xirab dijîn. Ev 20 rojin çalakiya me berdewam dike, lê jin ji ber pirsgirêkên malbatî nikarin bên tevlî çalakiyê bibin. Di vê mijarê de bêhêvîtî jî rola xwe heye. Ez meraq dikim çima divê mijarê de evqas hikumet bêdenge û qet alîkarî nade. Ev 20 roje em li vêderêne derfetê hinek havalên me yên jin nîne. Hinek havalên me yên jin hene hevserê wan desturê nade alîkarî bide çalakiya me. Ji roja despêkê heta niha ev 20 rojin ez li vêderême, alîkarî didim hevalên xwe û heta dawiyê jî ezê li vêderêbim. Ji ber bêkar hiştina 7 hezar û 286 karkeran tê wateya bombayek zindî ji heqîqetê.”
‘Serokwezîr dibêjin 5 zarokan bînin û diya wan jî ji kar derdixe’
Nurcan anî ziman ku her dem Serokwezîr mudaxeleyî jiyan mirovan dike û her dem ji malbatan re gotinên weke 5 zarokan bînin dibêje. Nurcan bilêv kir ku Serokwezîr ji malbatan re dibêje “ zarokan çêkin” lê bêyî ku bifikire dayîka zarokan ji karderdixe û wiha got: “Ez niha mereq dikim ezê zarokên xwe bi mûçeyek kêm çawan perwerdebikim û wan bikim xwediyê pêşerojek bi tendirist? Ez zarokên xwe weke diz mezin bikim yan jî karên xirab hînî wan bikim. Ez bi vî hal û muçeyî nikarim ji bo zarokên xwe bibim dayîkeke baş û wan bikim xwediyê pêşerojek baş.” Nurcan bibîrxisti ku çalakiya wan tenê ji bo karek berdewamiye û heta di vî aliyî de agahiyekê negirin dê çalakiya xwe berdewam bikin û wiha domand: “Dibe ku karê me zorbe lê ne karek qet neyê kirine. Hikumet dikare vê bike di vî aliyî de derfetên wan hene. Divê di vê mijarê de hinekîdinê hikumet bi hestiyarî tevbigerin û ji b ovan mirovan êdî daxuyaniyekê bidin. Ev 20 rojin çawa dewlet û hikumet dikare bêdeng bimîne. Ez dipirsim suc û gunehê me çiye?”
‘Dewlet weke zarokên jinbavê li me dinêre’
Selîm Cengîz yê bavê 3 zarokan û piştî erdhejê mal û karê wî ji dest çuyî jî diyar kir ku ji bo jiyanek biromet û îstihdamek baş wan dest bi çalakiyê kiriye. Selîm anî ziman ku piştî erdhejê dema ku ketiye kar de gelek bi hêvî bûye û got: “Piştî erdhejê ÎŞ-KUR’ê ji bom e derfetên kar da û vêyekê jî em bihêvî kirin. Di erdhejên berîniha çêbûyîn de jî dewletê derfetên bi vî awayi yên kar ji bo wan dane. Em jî bi heman hêviyê ketin kar. Lê me helwstên dewletê yên weke zarokên jinbabê li hemberî xwe dît. Ez di biniya ÎŞ-KUR’ê de di perwerdeyê de dixebitîm. Lê mixabin di 13’ê hezîranê de karê me ji destê me girtin û erdheja 3’emîn jî petronan b ime da jiyan kirin. Em ne karkerên ÎŞ-KUR’ê ne em karkerên erdhejêne. Berî niha di cihên dinê yên erdhej lê çêbûne çî maf dane wan em jî heman mafan dixwazin. Lê mixabin di vê mijarê de em rastî muameleyên xirab hatin.”
‘Ji kampanyeya îmzayan me ji gelê Wanê piştevaniyek baş girt’
Selîm da zanîn ku hema piştî ew ji kar derxistin wan dest bi çalakiya xwe kirin û wiha got: “Wan nedizanî dema kum e ji kar bavêje emê dest bi çalakiyek wiha bikin. Me bi hejmarek kêm ya karkeran destpêkir. Lê her roja ku derbasbû hevalên me yên karker beşdarî çalakiya me bûn. Em dem dem çalakî û meşan dikin.” Selîm destnîşan kir ku kampanyeya îmzayan ya wan dayî despêkirin rastî eleqeyek mezin hat û heta niha 50 hezar îmza hatiye komkirin. Selîm anî ziman ku wan dest bi çalakiya xwe kirî heta niha ji hikumetê agahiyek negirtine û wiha domand: “Em ji partiyên siyasî û STK a yan alîkarî digirin. Lê partiya deshilat û parlementerên wê li hemberî vê rewşê pir xemsarin. Tenê daxwaza me jiyanek bi romet û karek berdewame. Ez li vêderê dikarim bi navê hemû hevalên xwe yên karker bi axivim. Tu hevalên me tuştekî bilind naxwazin. Em tenê dibêjin bila karek mayînde û biromet be. Bila muçeyek em bikarin bi wê li xwe binêrin hebe. Em li vê derê ji bol i karê xwe û jiyana xwe xwedî derkevin li berxwedidin.”
‘Em kirin şeqşeqcî û cih bi me dan komkirin!’
Selîm destnîşan kir ku wan di pêvajoya erdhejê de fedekariyek mezin nîşan daye. Selîm bilêv kir ku wan weke karkerên ÎŞ-KUR’ê ji bo ji nû ve avakirina bajar çî ji destê wan hatiye wan kiriye û wiha berdwam kir: “Lê nêzîkatiyên l ime hatin kirin jî li berçavane. Em di karên herî xirab de dan xebitandin. Dema ku dihat xwesitin me cihên xirabe komdikir. Em kirin şeqşeqcî. Muameleya zarokên dibistana seretayî li wan dikir. Em li dijî wêne. Emê heta dawî çalakiya xwe berdewam bikin.”
(zt)

