Pîranê banga xwedîderketina li berxwedana Lîcê kir

12:00

JINHA


AMED - Li navçeya Pîran a Amedê bi armanca ku çêkirina qerekolan protesto bikin û piştgiriyê bidin berxwedana Licê gel ev çar rojê çalakiya kon li dar dixe û ber bi Tabura Aktepe a Seyyar meş pêk hat.


Li navçeya Pîran a Amedê li dijî çêkirina qerekol û bendavan çalakiya ku hatibû destpêkirin, bi meşeke ber bi Tabura Aktepe Seyyar berdewam kir. Bi sedan kes li konên ku li gundê Pirejman a navçeyê hatibû avakirin hatin cem hev û ji vir jî ber bi Tabura Aktepe Seyyar a mintikaya ‘Eyni Spî’  ve meşiyan. Rêveberên BDP’a Pîran, Erxengî,  Gêlê û Çêrmûgê û her wiha hevşaredarên Pîran, Erxenî û Gêlê jî tevli bûn. Di meşê de dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo,  Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe gor, ciwan fedayiyên Apo ne" hatin berzkirin. Nêzî meşa çar kîlometreyî, daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê girseyê Îbrahîm Zeren daxuyanî xwend


‘Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî şer bibin dengê jiyanê’


Îbrahîm  berxwedanên Meskan, Licê û Şaxê silav  kir û got: “Mixabin gelê Kurd hêviya xwe ya aştiyê bi tena serê xwe mezin dike. îro li hemberî çavê hemû cîhanê gelê me yê Kobanê bi namerdiyeke mezin tê înfazkirin, zarok tên qetilkirin.  Fikara der barê jiyaneke demokratîk e. Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî şer bibin dengê jiyanê û xwedî li berxwedana Licê derkevin.”


Piştî daxuyaniyê çalakiya runiştinê ya 10 deqeyî pêk hat û gel piştre dîsa vegeriya herêma ku kon lê hatibû vedan.


 (zt)