İFK’ ê li hemberî qirkirinên jinan banga çalakiyên hevbeş kirin!

12:18

JINHA


STANBOL – Kolektîfa Femînîstan ya Stenbolê banga li hemberî qirkirinên jinan çalakiyên hevber kir û got: “Em li hemberî van hemû cînayetê kum e dîtin, bihîstin û jiyan kirin serhildanê dikin. Em ne di xemê denin em di raperînê denin. Werin em bi hev re li hemberî qirkirinên jinan çalekiyek mezin li darbixin.”


Kolektîfa Femînîstan ya Stenbolê bi daxuyaniyek nivîskî banga li hemberî qirkirinên jinan bilindkirina çalakiyê kir. Di daxuyaniyê de balhat kişandina ser li Tirkiyê zêdebûna qetilkirinên jinan û wiha hat gotin: “Em her roj nûçeyên qirkirinên jinan dixwînin. Di 2 orjên derbasbûyî de 6 jin hatin qetilkirin. Em her roj nûçeyên jin li malan, cihên kar kolanan û berderê edliyeyan ji aliyê mêrên xizmên xwe ve tên qetilkirin dixwînin.”


‘Em ne di xemgîniyê denin di raperînê denin!’


Di daxuyaniyê de wiha hat domandin: “Em li hemberî van hemû cînayetê kum e dîtin, bihîstin û jiyan kirin serhildanê dikin. Em ne di xemê denin em di raperînê denin. Werin em bi hev re li hemberî qirkirinên jinan çalekiyek mezin li darbixin.”


Di dawiya daxuyaniyê de ji bo hevdîtina îro Kolektîfa Femînîstan ya Sosyalîst (SFK) ê ya îro di saet 19.00’an de dêbê li darxistin banga tevlîbûnê li hemû jinan hat kirin.


 (zt)