Rûniştina yekem a doza Salîh Çalişkan sibeye!
12:55
Sarya GOZUOGLU/ JINHA
STENBOL - Rûniştina yekem a doza Salîh Çalişkan ê ku di 4’ê nîsanê de li Tuzlayê benzîn bi ser hevjîna xwe ya berdayî Gonul Çalişkan de kirî û agir berdayî yê, dê sibe li Dadgeha Kartalê bê dîtin. Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Esenyaliyê Adîle Dogan da zanîn ku piştî Gonul ji hevjînê xwe veqetiyaye, tim rastî tacîz û tehdîtên wî hatiye û wiha axivî: “Ji ber van êrîşan Gonul çend çaran, derbarê Salîh de gilî kiriye lê tu tedbîr nehatine girtin. Beriya êrîşê 4 rojan li ser gilîkirina Gonul doz hatiye vekirin û di rûniştina dozê ya dadgehê de biryara “Ji ber ku bersûc ne yekê ku zerer bideye”
Gonul Çalişkan a 35 salî ku di sibata 2011’an de ji hevjînê xwe Salîh Çalişkan cuda bû, di 4’ê nîsanê de li Tuzlayê ji aliyê hevjînê xwe yê jê cuda bûyî ve benzîn bi ser wê de hat kirin û hat şewitandin. Gonula ku bi giranî birîndar bû û sê mahan di tedawî dît, beriya çand rojan ji nexweşaneyê hat derxistin. Gonul piştî êrîşa li ser wê hat kirin, doz li hevjînê xwe yê berê vekir û rûniştina dozê ya destpêkê dê îro li Dadgeha Kartalê bê dîtin. Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Esenyaliyê Adîle Dogan ku piştî bûyerê Gonul qet bi tenê nehiş diyar kir ku Gonul ji ber tundiya zêde ji hevjînê xwe yê berê cuda bûye.
‘Ev yekê tê wateya tiştên vî mêrî kirî dibin temînata dewletê deye’
Adîle da zanîn ku piştî Gonul ji hevjînê xwe veqetiyaye, tim rastî tacîz û tehdîtên wî hatiye û wiha axivî: “Ji ber van êrîşan Gonul çend çaran, derbarê Salîh de gilî kiriye lê tu tedbîr nehatine girtin. Beriya êrîşê 4 rojan li ser gilîkirina Gonul doz hatiye vekirin û di rûniştina dozê ya dadgehê de biryara “Ji ber ku bersûc ne yekê ku zerer bideye” hatiye dayîn. Piştî vê biryarê, 4 rojan Gonul tê şewitandin. Ev yekê tê wê wateyê ku tiştên ev zilam bike, dibin temînata dewletê deye.”
‘Li gorî îfadeyên bersûc, ne tenê xwestiye Gonul bişewitîne’
Adîle dest nîşan kir ku Gonul di 4’ê nîsanê de dema diçû ser karê xwe Salîh bêyî ku tiştekê bêje, benzîn bi ser wê de dike û dişewitine û wiha got: “Li gorî îfadeyên bersûc, ne tenê xwestiye Gonul bişewitîne, di heman demê de xestiye sê zarokên wê yên keç jî bişewitîne. Divê heya salekê rûpoş li ser rûyê wê hebe. Ji ber vê yekê dê nekare bi xwebite. Ji ber vê yekê ew û zarokên xwe di aliyê psîkolojîk, fîzîkîl û aborî de mexdur bûne. Bi hevkariya rêveberiyên herêmî û gelê taxê re em piştgirî da malbata Gonul. “
Rûniştina destpêkê sibeye!
Adîle da zanîn ku rûniştina destpêkê dozê dê sibe bê dîtin û wiha bi lêv kir: “Bersûc Salîh Çalişkan roja bûyerê hat girtin. Gonul ji aliyê malbat û derdora xwe ve rastî gelek zextan hat. Tişta ku herî zêde Gonul ditirsîne, di dawiya dozêde ji ber “tahrîkê” daxistina sûc bê kirin.
Bang li hemû rêxistinên jinan hat kirin
Adîle da xuya kirin ku ji bo bersûcê ku xwest Gonul qetil bike, rastî cezayê ku heq kiriye bê hemû xebat dane meşandin û wiha domand: “Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo Gonul di bin banê komeleyê de kom bibin. Em ji gelek rêxistinên jinan ji ber vê yekê piştgiriyê dixwazin. Ev bûyer ne tenê pirsgirêka Gonule. Her roj bi dehan jin li welatê me tên qetilkirin. Xwedî derketina me ya ji bo Gonul, di heman demê de xwedî derketina hemû Gonulan e.
Dê xwedî li hemû jinan der bikevin
Adîle bi lêv kir ku dê di şexsê Gonul de, xwedî li hemû jinên tên qetilkirin û rastî tundiyê tên der bikevin û wiha bi dawî anî: “Ger ji ber sûc re cezayeke kêm bê dayîn, an jî bê ceza bimîne, ev yek tê wateya ku jiyana Gonul di talûkê deye. Ji ber ku berî bûyerê 4 rojan dewletê ji ber sûc re biryara ‘Zirarê nade’ dabû û bi vê yekê gotibû biçe ‘Gonul bi şewitîne.’ Ger di vê dozê de edalet cihê xwe nebîne, ev yek tê wê wateyê ku berpirsiyartiya ku Salih, Gonul qetilbike, tê dayîn.
(aw)

