Qatîlê Ethem Sarisuluk hat girtin

13:36

JINHA


NQERE - Di 6'emîn rûniştina doza Ethem Sariskuluk ê ku li Enqere di çalakiyên Parqa Gezî de ji aliyê polîs ve hate qetilkirin de dozger di mutalaya xwe de xwest ku polîsê bersûc ê bi navê Ahmet Şahbaz bê girtin. Dadgehê biryara girtina Şahbaz da.

6'emîn rûniştina doza ê ku di çalakiyên parka Gezî yên Enqere de bi guleya polîsan birîndar bû û di 14'ê hezîranê de li Nexweşxaneya Numune ya Enqere jiyana xwe ji dest da li 6'emîn Dadegeha Cezayên Giran a Enqere dest pê kir. Piştî tespîta nasname û axaftinên parêzeran dozgeriyê mutala xwend. Dozger di mutalaya xwe de bi îdîaya "Bi îxtîmala zanebûn mirov kuşt" xwest polîsê bersûc Ahmet Şahbaz bê girtin. Piştî mutalaya dozgeriyê li salona dadgehê rageşî pêk hat.

Piştî navbera rûniştinê heyeta dadgehê biryara girtina qatilê Sarisuluk polîs Ahmet Şahbaz da. Piştî biryara dadgehê li salona dadgehê rageşî derket. Dema leşkeran Şahbaz ê ku dadgehê biryara girtîna wî dayî derxistin derve kesên li salona dadgehê de slogana "Rêheval Ethem nemir e" berz kirin. Li ser vê yêkê rageşiyê dest pê kir û didome.


(zt)