63 jinên Nijeryayî ji destê rêxistina Bako Haram rizgarbûn
13:56
JINHA
ABUJA – Di meha nîsanê de gelek jinên Nîjerya yê ji aliyê rêxistina bi navê Bako Haram ve hatibûn revandin. Ji wan jinan 63 jin di meha hezîranê de revîn û xwe xelas kirin.
Di meha 14’ê Nîsanê de rêxistina bi navê Bako Haram bi çekên giran êrîşî ser Nîjeryayê kirin û 200 keçên di dibistana de dixwendin revandin. Piştî wê gelek caran di dîrokên cuda de jin revandin. Di meha hezîranê de 63 jinan karîn birevin û xwe xelas kirin.
Nijerya ya ku bi revandina 200 keçên dibistanê, piştî wê bûyerê jî bi revandina gelek jinan û zarokên keç kete rojevê. Di rapora Human Rîghts Watch ya sala 2013’an de hat diyar kirin ku berê jî gelek caran zarokên keç û jin hatine revandin û tecawîz kirin.
(zt)

