Encamnameya Konferansa Kurdistan û Teheyûlên Pêşerojê diyar bû
14:28
JINHA
AMED -Encamnameya Konferansa "Li Rojhilata Navîn Sînor, Kurdistan û Teheyûlên Pêşerojê" ku li Amedê du rojan dewam kir, hat aşkerakirin. Di encamnameyê de bal hat kişandin ser tifaqa navbera Kurdan û hat destnîşankirin ku Kurd xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ne.
Encamnameya Konferansa "Li Rojhilata Navîn Sînor, Kurdistan û Teheyûlên Pêşerojê" a ji aliyê Weqfa Mezopotamya û Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER) di navbera 5-6'ê Tîrmehê de li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat aşkerakirin. Sekreterê Giştî yê Weqfa Mezopotamyayê Prof. Dr. Mahmût Togrûl encamname aşkera kir û anî ziman ku bi statukoya Rojhilata Navîn a bi awayekî dramatîk ser û bin bûye re ew ketine pêvajoyeke ku Kurd çarenûsa xwe tê de diyar bikin.
‘Pêşketinên di qewimin vîna kurdan ya azad nîşan dide’
Mahmût da zanîn ku Kurd li xaçerêyeke dîrokî û krîtîk e û got, "Her biryara Kurdan a îro bi şareza were dayîn, her gava hevpar û biryardar bê avêtin, wê hem bandorê li pêşeroja wan hem jî li pêşeroja herêmê bike. Bûyer û pêşketinên diqewimin, vîna Kurdan a weke gelekî azad û demokratîk, hunera wan a gelbûyînê ji nû ve diceribînin." Mahmût ragihand ku konferans bi sê rûniştinan hatiye lidarxistin û diyar kir ku pêşkêşiyên gelekî giranbuha hatine kirin û di encama van pêşkêşiyan de jî nîqaşên berhemdar hatine meşandin. Mahmût da zanîn ku di konferansê de bal hatiye kişandin ser van xalan:
Encamnameya Konferansa Kurdistan û Teheyûlên Pêşerojê wihaye:
“- Weke gelekî mafê Kurdan ê diyarkirina çarenûsa xwe heye. Kurd dikarin vî mafê xwe bi şêweyê modelên rêveberiya cewherî ya weke federasyon, xweseriya demokratîk û kantonan jî bikar bîne, her wiha dikarin weke avakirina dewleteke serbixwe jî bikar bînin. Mafê Kurdan heye ku vî mafê xwe cuda cuda yan jî bi hev re bikar bîne.
- Her parçeyên Kurdistanê xwedî şertên xwe yên xweser in. Divê rêz ji van xweseriyan re bê nîşandan û tu carî weke sedemeke pevçûna navbera Kurdan neyê dîtin.
- Em di wê baweriyê de ne ku tifaqa navbera Kurdan bi qasî jiyanê girîng, pêkan û pêwîst e.
- Em êrîşên hovane yên li hemberî Kobanê bi fikar dişopînin. Em destnîşan dikin ku bi hemû hêza xwe li cem gelê xwe yê l Kobanê ne û dixwazin destnîşan bikin ku parastina Kobanê parastina Kerkûkê ye, parastina Kerkûkê parastina Kobanê ye.
- Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê û hêvîdarin ku wê veguhere pêvajoya muzakereyê ya wekhev û azad an.
- Em dixwazin destnîşan bikin ku divê aktorên siyasî, civakî û medyayê, bi taybetî xwe nêzî zimanekî hevdu reş dikin û dikare rê li ber pevçûnan veke, nekin.
- Em li bendê ne ku civaka navneteweyî, di warê sererastkirina neheqiya di destpêka sedsala bîst û yekan de li gelê Kurd kiriye, di çarçoveya mafên kolektîf û mafên însanî yên gerdûnî yên sedsala bîst û yekan de, bi wicdan û berpirsyar tevbigere.
- Em bang li dewletên li ser Kurdistanê serdest in dikin, ku dest ji polîtîkayên dewletê yên kevneşop berdin û bi Kurdan re pêvajoyeke ji nû ve avabûnê bidin destpêkirin.
- Em di wê baweriyê de ne ku lihevkombûna akademîsyenên Kurd gelekî girîng e û pêkhatina konferans û komxebatên bi vî rengî yên di dema pêş de hem ji bo akademiya Kurd hem jî ji bo civaka Kurd wê erênî be.”
(zt)

