Li Rihayê qeza yek mirî û 20 birîndar

14:37

JINHA


RIHA - Li Rihayê di encama qulipîna mînîbusekê de kesek mir û 20 kes jî birîndar bûn.


Li gorî agahiyên hatin bidestxistin qeza  di 55’emîn kîlometreya riya Riha-Semsurê de pêk hatiye. Wesayîta ku ajokarê wê Ekrem Elçî bû plakaya wê 63 UF 363 bû, hakimiyeta dîreksyonê wenda kir û ji rê derket.  Di qezayê de Bahrî Elçî jiyana xwe ji dest da û 20 kes birîndar bûn. Li ser îxbarê gelek cenderme, polîs û ambulans hatin cihê bûyerê.


Birîndar destpêkê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bozovayê û ji wir jî kesên rewşa wan giran birin nexweşxaneyên cuda yên Rihayê.


 (zt)