Li Wanê 2 zarokên xwişkên hev ketin çala tejî av û xeniqîn
14:54
JINHA
WAN – Li Qelqeliyê 2 xwişkên hev ketin çala foseptîk ya tije ava baranê bû û jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li taxa Sugeçer a navçeya Qelqeliyê ya Wanê 2 zarokên keç yên xweişkên hev ketin çala foseptîk ê ya tije ava baranê bû. bûyer duh di saetên êvarê de pêk hatiye. H.B ya 5 salî ya li nêzî mala xwe dilîst ket çala foseptîk ya 3 metreyî ku bi ava baranê tije av bibû. Xwişka wê H.B ya 7 salî ku xwest xwişka xwe xilas bike ew jî qulipî çalê. Di encamê de her 2 zarokên biçuk yên xwişkên hev di çalê de xeniqîn.
Ligel hewldana welatiyan her 2 xwişk hatin derxistin û birin nexweşxaneya dewletê ya Qelqeliyê. Lê ligel hemû mudaxaleyan nehatin xelaskirin. Cenazeyên wan ji bo otopsiyê rakirin morgê.
(zt)
