Seher Akçınar: Divê jin êdî ne hilbijêrin bên hilbijartin

10:12

Derya Ceylan/ JINHA


AMED – Rêvebera Akademiya Jinan ya Amedê Fîgen Aras li gel Cîgira Seroka Şaxa Mazlumderê ya Amedê Seher Akçinar di debarê hilbijartinên Serokomaryê yên di 10’ê Tebaxê de dê li Tirkiyê bên kirin de nirxandin kirin û diyar kirin ku divê jin di hilbijartinan de cîh bigirin, jin êdî ne yên tên rêvebirin bin divê êdî rêvebirbin.


Di dîroka Tirkiyê de her dem mêran kursiyê serokomariyê girtiye. Berê Serokomar ji alyê TBBM yê ve dihatin hilbijartin. Lê di sala 2007’an de guherînek hat çêkirin û êdî Serokomar ji aliyê gel ve tê hilbijartin. Rêvebera Akademiya Jinan ya Amedê Fîgen Aras da zanîn ku divê jin din ava pergala Serokomariyê de cîh bigire. Fîgen destnşan kir ku divê di Serokomariyê de jî pergala hevserokatiyê bê sepandin.


‘Divê pergala siyasi weke dewlemendiyek cuda bê dîtin’


Fîgen diderbarê hilbijartinê Serokomariyê yên li Tirkiyê tên kirin de derbirî ku heta niha di wan hilbijartinan de vîna gel tune hatiye hesibandin û got: “Divê em li ser Serokomariyek hemû gel, nasname û cudabûna bigire nava xwe nîqaş bikin. Lê niha hişmendiya AKP’ê hem dewleta netewe, hem jî ol dixe berjewendiyên siyasetê de û hem jî hişmendiya mêrane ferz dike. Ji xwe li holêye CHP û MHP bi nêzîkatiyek hişmendiya ol xistina xizmeta siyasetê de.”


‘Divê di pergala Serokomariyê de pergala hevserokatiyê hebe’


Fîgen anî ziman ku divê di pergla Serokomariyê de jî pergala hevserokatiyê hebe û wiha got: “Heger pergala hevserokatiyê di Serokomariyê de jî bikeve meryetê dê din ava civakê de hişmendiyek ya demokratîkbûnê din ava civakê de pêşbikeve. Weke tevgera azadiya kurdan jî gotî ‘Hevserokomarî’ giringe.”


‘Divê jin di meqamê Serokomariyê de cîh bigire’


Fîgen bilêv kir ku dê jin ji bo aştiyek civakî rolek giring bilîzin û wiha domand: “Dema ku jinan di rêveberiyan de cîh girt dê pergala deshilatiya mêran ya ku jinan biçuk dibîne, keda mirovan mêtînger dike û çandan tune dike ji holê bê rakirin. Baweriya me bê dawî bi jinan heye dê despêkên nasnameya jinan bingeh bigirin, nûneriya gelên tên çewisandin bikin û cuda hiya çandan dewlemend bikin.”


‘Hilbijartina Serokomar ji aliyê gel ve giringe’


Cîgira Seroka Şaxa Mazlumderê ya Amedê Seher Akçinar jî diyar kir ku asta pirsgirêka kurd girhiştiyê giringe. Seher da zanîn ku divê yê bibe Serokomar bikare nûneriya hemû beşên civakê bike û got: “Di aliyê kurdan de beşdarbûna Serokomariyê tê wateya nêzîkatiyek erênî li pirsgirêka kurd kirin û bûyîna dengê hemû kesîmên nava civakêye. Ji ber wê jî kurd bi heverbûna gelan û li ser wê jiyankirinê bingeh digire.”


‘Divê Serokomarek bikare çanda demokrasiyê pêşbixe bê hilbijartin’


Seher destnîşan kir kul i gora makezagonên tirkan herkes tirke û wiha got: “Li gora zagonên tirkan her kesên dibin banê Serokomariya Tirkiyê de tirke. Ev jî pergala yekane ser gel ferz dike. Ji ber wê jî divê berendam ê Serokomariyê mirovên xwediyê çandên berfireh bin. Di vê rewşê de dê gelê kurd bi xwe Serokomariya xwe hilbijêrin. Divê kurd berendamê xwe yekî ji bo pirsgirêka kurd hesas û ji bo hamû gelên li Tirkiyê pêşengiyek wek hev bike û çanda demokrasiyê pêşbixebe.”


‘Divê jin di hilbijartinên Serokomariyê de cîh bigirin’


Seher anî ziman ku divê jin din ava pêvajoya Serokomariyê de cîh bigirin û wiha domand: “Divê jin beşdarî hilbijartinên Serokomariyê bibin û gotina xwe bêjin. Divê karê jinan tenê weke mitbex û herêman nebe di rêveberiyê de jî cîh bigirin. Her cihê ku jin destê xwe diditê bereket dibe. Dê di hilbijartinên Serokomariyê de jî jin rengê xwe bidin nîşandan. Ji ber êdî jin ne dihilbijêre tê hilbijartin.”


(zt)