Dê Gumgumokên Wanê bikevin bin ewlehiyê

10:19

JINHA


WAN – Gumgumokên cuda yên tenê li Erdîşê hene tên girtina bin ewlehiyê. Serokê Şaxa Muduryeta Saziyên Xwezayê û Parkan Yunus Vakici got: “Emê di dawiya projeya xwe de ta komxebatekê çêbikin. Girêdayî rengên wan me projeyek derxistiye. Emê ji bo parast û berdewam kirina neslê gumgumokan ewlehiyên pêwîst bigirin.”


Piştî pişîkên Wanê û masiyên wê vêcarê jî gumgumok hatin girtina bin ewlehiyê. Îsal ji aliyê Wezîrê av û Daristanan ve di lîsteya hatî amade kirin de gumgumokan jî cîh girtin. Ji aliyê Serokê Şaxa Muduryeta Saziyên Xwezayê û Parkan Yunus Vakici ve ji bo gumgumokan projeyek nû hat amadekirin. Di çarçoveya projeya ji bo gumgumokan hatiye amadekirin de 2 pispor tayîbetî ji bo girtina gumgumokan çun herêmê. Gumgumokên k udi sala 1994’an de ji aliyê pisporên Elman û Rus wê demê dîtine û ji wê demê ve şopa wan nehatiye dîtin. Îsal ji aliyê Wezîrê av û Daristanan ve di lîsteya hatî amade kirin de gumgumokan jî cîh girtin. Ji bo pirojeya ku dêbê li darxistin dê 165 rojan berdewam bike.


‘Dê bernameya xebata ewlehiyê bê amadekirin’


Girêdayî pirojeya lêkolîna gumgumokên ku tenê li navçeya Erdîşê ya Wanê Endamê Mamostayên Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Wêjeyê ya Fenê ya Zanîngeha Adiyemanê Mehmed Zulkuf Yildiz li gel Dr. Bahadir Akman peyîwir girtin.  Serokê Şaxa Muduryeta Saziyên xwezayî û Parkan Yunus Vakici diçe hindirê zinaran de gumgumokan derdixin. Piştî ku hinek ji gumgumokan girtin û zanyaran li ser lêkolîn kirin biryara girtina wan ya bin ewlehiyê dan.


‘Rengê wan û cihê jiyana wan dibin telukeyêdene’


Serokê Şaxa Muduryeta Saziyên xwezayî û Parkan Yunus Vakici got: “Emê di dawiya projeya xwe de ta komxebatekê çêbikin. Girêdayî rengên wan me projeyek derxistiye. Emê ji bo parast û berdewam kirina neslê gumgumokan emê ewlehiyên pêwîst bigirin.”


(zt)