Di rûpelên dîrokê de jin…
11:39
Leyla Ayaz / JINHA
Îsal di 8’ê Adarê de dîsa bi milyonan jin her çar aliyên cîhanê li qadan bin. Êdî jin dîroka ku jin tede nîne qebûl nakin. Ji ber wê nûve dîroka ku nehatî nivîsandin dinîvsinin. Mê xwest em di nav refên toz girtî de rûpelên dîrokê carek din yek bi yek vekin û binêrin ka jinên cîhanê çi kirine…
…Beriya xwedêyan xwedawend hebûn. Jin, pêşiya dema paleolitikê û dema neolîtîkê wekî dema şoreş û evrîmê tê binavkirin de, li aliyê hilberîna çandinî, berhevkirinî, derbazbûna jiyana têkûz û niştecihiyê de xwedî roleke mezin bû. Jiyana wan, mîmarîya wan, wêneyên dîwaran, awayê xebatên wan, van encaman derketine holê. Dema jin hêza xwe hêdî hêdî windakir, bi feraseta hikmê mêr dîroka nivîskî destpê kir û heya iro jî bi vî awayi dom kir. Êdî, xwedawenda dayik tune bû; xwedayê herî mezin hebû. Diviya bu ku hemû xwedavend, li hemberî xwedayê mezin serê xwe bitewandina. Mêr, jinê jî mîna xwezayî kiriye bin bandora xwe, xistiye rewşa bikaranîna li gorî berjewendiyên xwe. Bê îrade hişt. Ji bo vê yekê, wek beşa dîrokê berpirsiyariya me heye. Divê bavsalariyê biguhure û jêbipirse, ya nû û ya kevn nîqaş bike, lêbikole û danehewên hatî bidestxistin ji pêşerojê re bihêle...
*Di 5’ê Cotmeha sala 1789’an de li Fransayê serhildana nan ji hêla keçikeke biçûk hate destpêkirin.
*Di sala 1792’an de ji hêla MaryWollstonecraftêye ve pirtûka ‘Parastina Mafên Jinan’ hate çapkirin.
*Di sala 1850 û 1851’an deWollstonecraft li Îngilistanê Kongreya Peymana Mafê Jinan a yekem û duyem li dar xist û serokatiya civînan kir.
*Di sala 1793’an de karkeran jin dikan gasp kir. Jin li dijî fiyatên sabûnan derdiketin.
*Di sala 1845’an de ji bo rojên kar û saetên kar biguhere hezar 500 jinên ku di fabrîkaya bendik ya li Pensilvanyayê dixebitin dest bi grevê kirin.
*Parêzvanê mafê jinan a Amerîkayê Elizabeth Cady Stanton û Lucrehia Mott, cara yekem di sala 1848’an de li Amerîkayê Kongeraya Mafê Jinan li dar xist. Di deklarasyona serxwebûna Amerîkayê de li şûna hemû mêr wekhev dijîn, jin û mêr wekhev hatine dinê guhert.
*Di sala 1869’an de li Stantonê Yekîtiya Mafê Dengdanê ya Navneteweyî hat avakirin.
*Di sala 1864’an de 1’emîn Enternasyonal a Yekîtiya Karkerên Navneteweyî hat avakirin. *Konseya Giştî endamtiya jinê ji qebûl kir.
*Di sala 1866’an de Yekîtiya Nan a Navneteweyî ya Amerîkayê hate avakirin.
*Di sala 1871’an de di Komîna Parîsê de zarokên welatiyên ku di doza gelê xwe jiyana xwe ji dest dayî mehane hate dayîn.
*Di sala 1874’an de di fabrîkaya Krengel Mskayayê de jin aktîftir cih gir û rolên girîng list.
*Di sala 1889’an de 700 karkerên jin ên kibrîtê ya ku ji bo May Brianta Londonê dixebitin cara yekem xebata sendîkabûyînê pêk anîn.
*Di salên 1888-1889’an de bi hezaran jin di nav sendîkayan de cih girt.
*1895'an de Clara Zetkîn ji bo sekreteriya neteveyî ya SPD'ê hate hilbijartin.
*Di destpêkên salên 1900'an de li Îngilistanê jin ji bo mafê dengdanê kampanyaya daxwaznameyê dan destpê kirin. Nêzî 30 hezar daxwazname hate berhevkirinç
*Di sala 1928'an de li Îngilistanê jin ji wekî mêran di temenê 21’an de mafê dengdanê girt.
*Jinên Fîlîpînlî di destpêka salên 1900'an de rêxistinbûna jinê avakir û di nav raya giştî de wekheviya di navbera cinsan de nîqaşan da destpêkirin. Di encamê de di sala 1937'an de mafê dengdanê qezenç kir.
*Di 1902'an de li bakûrê Amerîkayê û Ewropayê jin ji bo mafê medenî û hevberdanê, li hemberî Peymana Laheyê dest bi zextan kirin.
*Di sala 1905'an de li Londonê 4 hezar jin ji bo zarokan cil, ji bo hevserên xwe kar û ji bo yekîtiya karkerên cîhanê meşek li dar xist.
*Di sala 1905'an de li Rusya, Moskova, Petersburg, Minsk, Yamta, Saratov, Vilna û Odessa yê cara yekem mîtîngên jinan pêk hat.
*Di sala 1908'an de li Almanyayê endamtiya jinan a partiyên siyasî hate qebûlkirin.
*Di kanûna sala 1908'an de 1’emîn Kongereya Jinan a Rusyayê kom bû.
*Di sala 1910'an de 2’yemîn Kongreya Jinên Sosyalîst a Navneteweyî ya Kopenhagê kom bû di kongereyê de Clara Zetkin, pêşniyara 8’ê Adarê bibe Roja Jinan a Navneteweyî kir.
*Di sala 1911’an de li Îngilistanê ji 21 fabrîkayan de 15 hezar karkerên jin dest bi grevê kirin. 18 fabrîka mafê rêxistinbûnê bi dest xist.
*Di sala 1913’an de li Rusyayê 2 hezar jinên ku fabrîkaya tekstîl a Paîlayê dixebitin ji bo mafê ducaniyê, ji bo cihê cilşûştinê dest bi grevê kirin.
*Di sala 1913'an de cara yekem li Rusyayê Roja Jinan hate pîroz kirin.
*Piştî şerê yekem a cîhanê jin tecrûbeyên xwe yên neteweyî di platformên navneteweyî de parvekirin. Konseya Jinan a Navneteweyî hate avakirin. Di bin banê Neteweyên Yekbûyî de jî ji bo jin berpirsyarî bigirin xebatên lobiyê hate destpê kirin.
*Jinên li Ewropa, bakurê Amerîka, Zellandaya Nû û Awusturyayê ji bo mafê xwe yên dengdanê û welatiyê dest bi têkoşînê kir.
*Li dijî Şerê 1’emîn a Cîhanê, jinên Îttîfaka Mafê Dengdanê ya Wekhev a Navneteweyî di sala 1915’an de Kongreya Navneteweyî li dar xist. Di encama kongreyê de Îtîfaka Jinan a Navneteweyî ya ji bo Aştî û Azadiyê hat avakirin.
*Di destpêka salên 1900'an de jinên fîlîstinî li hemberî dagirkeriya Îngilistanê çalakiya şermezar kirinê li dar xist.
*Di sala 1919’an de ji jinên Misirê ji li kolanên Kahîreyê meş li dar xist. Jinên hîndistanî jî li dijî kolonîyê xebatên zanyarî dan
*Di encamên tecrûbeyên jinên afrîkayî de di sala 1962’an de Konferansa Jinên Afrîkayê hate lidarxistin û Rêxistina Jinan a Pan_afrika hate avakirin.
*Di sala 1915'an de Clara Zetkîn û Rosa Luksemburg li Bernê li dijî şer Konferansa Jinan a Navneteweyî li dar xist.
*Di sala 1917'an de Şoreşa Cotmehê ji hêla karkerên jin ên Petrogradê ve hate destpêkirin.
*Di sala 1945’an de di sazkirina Neteweyên Yekbûyî de qebûlkirina peymana peşnûmeya NY’ê de li şûna wekheviya di navbera mêran, wekheviya mêr û jina hate guhertin.
*Di sala 1946’an de di bin banê Neteweyên Yekbûyî de Komîsyona Statuya Jinan hate avakirin.
*Di sala 1950 û 1960'an de 11 hezar jinên kenyayî ku li dijî koloniyan derketî di sala 1950'an de hatin binçavkirin û şandin girtîgehê. Jinan li Cezayir, Angola, Zambiya û Mozambikê bi mêran re têkoşîna xwe dom kir. Di nav wê têkoşînê de ji sedî 25 jin di Arteşa Azadiya Neteweyî ya Zimbabwe de cih girt.
*Di sala 1962’an de li Îngilistanê 19 sendîka 200 hezar karkerên jin re peymana heqdestiya wekhev îmze kir.
*Di sala 1969’an de li Îngilistanê bi piştgiriya sendîkvanên jin ji bo heqdesteke wekhev çalakî li dar xist.
*Di navbera salên 1968 û 1978’an li gelek qadan heqdestên jinan 3 qet zêde bû.
*Di sala 1970'an de 20 hezar karkerên jin ên Leed'ê dest bi grevê kir.
*Di sala 1971'an de li Îngilistanê Roja Jinan a Navneteweyî hate pîrozkirin.
*Di sala 1971'an de karkerên jin ên fabrîkaya termometre a Brannan Cumberlandê ji bo mafê xwe ya sendîkabûyînê dest bi grevê kir.
*Di sala 1972'an de li Londonê fabrîkayên Briant Merseyside ji hêla jinan ve hate dagirkirin.
*Di sala 1972'an de li Chiswicka Îngilistanê ji bo jinên ku bi şîdetê re rû bi rû mane stargeha jinan a yekem hate vekirin.
*Di sala 1972'an de li Goodmana Îngilistanê ji bo heqdesteke wekhev dest bi grevê kir.
*Di sala 1973'an de li Îngilistanê bi sedhezaran karkerên jin ên nexweşxaneyê cara yekem greva neteweyî li dar xist.
*Di sala 1973'an de li Îngilistanê jinên Asyayî yên ku li fabrîkaya gorê de dixebitin li dijî cadakariya netev çalakî li dar xist.
*Di sala 1973'an de li Amerîkayê kurtaj bi fermî bû.
*Di sala 1974’an de li Îngilistanê cara yekem Konferansa femînistên lezbiyen hate lidarxistin.
*Di sala 1975’an de li Mexico Cityê ligel 1’emîn Konferansa Jinên Cîhanê bi tevlibûna 80’ê walatan bi tevlibûna 5hezar kesan forûma NGO yê pek hat.
*Di sala 1976’an de Fona Pêşketina Jinan a NY (UNIFEM) hate damezirandin.
*Di sala 1975'an de li Îngilistanê ji bo heqdesteke wekhev jinên li Heywoodê hefteyek grevek dan destpêkirin.
*Di sala 1979'an de li Îngilistanê 80 hezar jin û mêr bi piştgiriya konfederasyona sendîkayan li hemberî sînorkirina qanûna kurtajê meş li dar xist. Konseya Ewropayê di sala 1979’an de ji bo wekheviya di navbera jin û mêran de komîteya yekem avakir.
*Di sala 1979’an de ji hêla Lijneya Giştî a Neteweyên Yekbûyî ve Pêymana li dijî her cûreyên cudakariya li hemberî jinê ra hate qebûlkirin.
*Di sala 1987’an de li Stenbolê 2 hezar jin li dijî lêdanê kampanya dan destpêkirin, meşek li dar xist.
*Di sala 1992’an de di bin banê Konseya Ewropayê de Komîteya Rêveberiya Wekheviya Jin û Mêran (CDEG) hate avakirin.
*Di sala 2000’an de li Brukselê li dijî xîzanî û şer jin meşek li dar xist.
*Di navbera 28’ê sibatê û 11’ê adarê sala 2005’an de Komîsyona Statuya Jinan a Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşerojê stratejiyên xwe diyar kir…
(la)

