TJKE: Banga xwedîderketina li berxwedana Kobanê kir
10:49
JINHA
BRUKSEL - TJKE banga piştgiriya bo Kantona Kobanê ya bi rojane di bin êrîşa Çeteyên DAIŞ’ê de ye kir. TJKE’ê daxuyaniya bi navê Yekitiye Neteweya Demokatîk bi azadiya Kobanê re mumkune’ weşand û di daxuyaniyê de hat gotin ku xwedî derketina li Kobanê ya ku berxwedaneke dîrokî lê tê jiyîn, ‘deynê rumeta neteweyê ye.’
Tevgera Jinan a Kurd ya Eweropayê TJKE’ê di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku şexsê berxwedana Rojava de hemû Kurdistan û gelêen li wir dijîn têkoşîn ahebûnê didin û wiha berdewam kir: “Li Kantona Kobanê bexwedaneke mezin, bi heybet û dîrokî tê jiyîn. Di şexsê hemû hêzên ku li Kobanê berxwe didin de azadiya Kurdistanê mijara gotinê ye. Di şexsê vê têkoşîna hebûnê ya li ber çavê hemû cîhanê tê jiyîn de hemû Kurditsan û gel têkoşîna hebûnê nîşan didin. Ev têkoşîn di heman demê de têkoşîna rumeta mirovahiyê û azmûneke.
‘Ji duyemîn salvegera şoreşa Rojava re demek kurt maye’
Daxuyniyê wih aberdewam kir: “Ji duyemîn salvegera şoreşa Rojava re demek kurt maye û çeteyên DAIŞ’ê armanc dikin ku Kantona Kobanê dagir bikin. Bi vê armancê êrîşan pêk tînin û têkoşîn azadiyê ya ku di şexsê Kobanê de tê dayîn de dixwazin şareşa Rojava û Kurdistanê bixetimînin. Di demeke wisa de xwedî derketiya li Kobanê û bilindkirina Yekitiya Neteweyî deynê rumeta neteweyiye û dîrokiye.”
‘Li gelê xwe yê Kobanê xwedîderketin peyîwira meye’
Êrîşên li Kobanê pêk tên bi çekên ku li Musulê hatine desteserkirin pêk tên. Em bang li hemû Kurdan, aliyên demokrat û parêzvanên mafê mirovan dikin. DAIŞ’a ku çekên li Musulê desteser kirin, îro bi wan çekan êrîşên Kobanê dikin. ev hemû di çarçoveya planekê de pêk tên. Li Kantonê li dijî êrîşan têkoşînek mezin tê dayîn. Hikûmeta Kobanê bang li her çar parçeyên Kurdistanê û kurdên Ewropayê kiriye. di heman demê de ev bang li demokrat, parêzvanên mafê mirovan û hemû aliyan hatiye kirin. Divê gelê Kobanê tenê neyê hiştin û xwedî derketin peywira me ye.
‘Di vê têkoşînê de divê tevlibûna jinan zêde be’
Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê di dawiya daxuyaniyê de bang li jinên kurd kir ku divê li Kobanê bi ciwan, extiyar, jin û mêran re têkoşînê bimeşînin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ne rojeke din îro roja li dora Kobanê afirandina yekitiya neteweyî ye. roja xwedî derketina li têkoşîn û yekitiya neteweyî ye. di şexsê Kobanê de divê îro her çar parçeyên Kurdistanê û kurdên li derveyê welat dijîn bibin yek. Ji bo vê her kesê azadiyê ji xwe re pêwist dibîne divê ji bo Kobanê bikeve nava tevgerê û têkoşîneke mezin bidin. Di vê têkoşînê de divê tevlibûna jinan zêde be û li cem gelê me yê Kobanê cihê xwe bigirin.”
(zt)
