Dayîk: Ji bo azdiya hemû gelan em di çalakiyê denin
11:48
Nurcan Yalçın- Melek Yuksel / JINHA
AMED – Dayîkên zarokên wan tevlî nava refên PKK’ê bûne û di girtîgehan denin li Parka Bîrdariyê dest bi laçakiya runiştinê kirine. Çalakiya dayîkan di roja 21’emîn de berdewam dike. Dayîkan diyar kirin ku ji bo hikumeta AKP’ê gavên şînber bavêjin ewê çalakiya xwe berdewam bikin û gotin: “Heta aştiyek meyînde çênebe û gavên şînber neyê avêtin emê çalakiya xwe berdewam bikin. Emê ji bo hemû gelên ser vê erdnîgariyê din ava aştî û aramiyekê de bijîn çalakiya xwe berdewam bikin.”
Li gel pêvajoya çareseriyê jî gavên şînber ji aliyê dewletê ve nehatin avêtin. Ji ber wê jî dayîkên zarokên wan beşdarî nava refên PKK’ê bûne û zarokên wan di girtîgehan denin li Parka Bîrdariyê ya beranberî Walîtiya Amedê dest bi çalakiya runiştinê kirine. Çalakiya dayîkan di roja 21’emîn de berdewam dike. Dayîkan dan zanîn kul i gel pêvajoya çareseriyê ya k udi Newroza Amedê ya 2013’an de hatî derspêkirin jî ji aliyê dewletê ve gavên şînber nayên avêtin, ji ber wê jî wan dest bi çalakiyek wiha kirine û heta encamekê negirin dê çaslakiya xwe berdewam bikin. Dayîkan destnîşan kirin ku zarokên wan bi mafdarî beşdarî navas refên PKK’ê bûne û ew zarokên xwe ji dewletê dixwazin.
‘Despêkê bi 6 malbatan despêkirin niha jî gihiştine 40 malbatan’
Ji dayîkên di çalakiyê de Yildiz Damla got: “Bila hemû cîhan bizanin heta ku em di aliyê aştî û çareseriyê de gavên şînber nebînin aştiyek mayînde neyê avakirin emê dest ji çalakiya xwe bernedin. Em ji gel piştevaniyek mezin digirin. Her roj bi sedan kes tên ziyareta me. Ji gelek bajaran dayîk hatin ji bo dîtin û alîkarî dayîna çalakiya me. Di dawiyê de dayîkên di berxwedana Geziyê de zarokên xwe wenda kirin hatin ziyareta me. Hatina wan moralek mezin da me. Dayîkên Geziyê jî nêrînên xwe wiha anîn ziman ‘Zarokên me qetilkirin, bila zarokên tu kesên dinê neyên qetilkirin, cigerê tu dayîkên dinê ne şewitin û êdî dayîk rondikan nebarînin.’”
‘Ez ni ji PKK’ê ji dewletê zarokên xwe dixwazin’
Yildiz anî ziman ku ji ber zordariya gel li herêmê dibîne zarokên wan berşdarî nava refên PKK’ê dibin û wiha got: “Ji ber wê jî em zarokên xwe ne ji PKK’ê ji dewletê dixwazin. Ji ber yên ew şandin çiyan dewlete. Em zarokên xwe ji hikumeta AKP’ê dixwazin. PKK’ê bi zorê zarokên me nebirine çiyan. Ji bo ku zarokên me ji bişaftina heyî re bêjin bese derketin çiyan. Em weke gelê kurd ji bo hemû cîhanê aştî û aramiyê dixwzain. Din ava vê de jî em azadiya Serokatiya xwe dixwazin. Heger Serokê gelekê dîlgirtî be ew gel bi xwe jî dîl girtiye. Heger bi rastî jî hikumet di pêvajoya çareseriyê de bi îsrare divê bi lez pêvajoyê ber bi pêş bibe.”
‘Em dikarin bi hev re li ser vê axê bijîn’
Lamîa Kocakaya ya 48 salî ku ji Lîcê jî beşdarbûyî jî got: “Lawek yê min din ava gerîlla de jiyana xwe ji dest da. Lawek yê min jî cezayê muebetê girtiye û ev 16 salin di girtîgehê deye. Bila dewlet ziman, nasname û zarokên me bidin me û ji bo em bikarin bi aramî û wekhev li ser vê erdnîgariyê jiyan bikin derfetên jiyan bidin me. Serokwezîr diçe li ku dibêje ‘Ez misilmanim.’ Misilmantî ne wihaye. Heger hendî serê derziyê jî misilmantiya Serokwezîr hebûye ev qas mirovan jiyana xwe ji dest nedidan.” Lamîa ji bo beşdarbûna pêvajoya çareseriyê bang li dayîkên leşkeran jî kir û wiha domand: “Werin em bi hev re aştiyê biqêrin. Cigerê me şewitî bila ji niha û pêde cigerê tu dayîkên dinê ne şewite.”
(zt)

