Rapora NY ya dawî di derbarê rewşa penaberên Surî de

12:55

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Rapora dawiyê ya Netewên Yekbûyî di derbarê rewiş û hejmara  penaberên Sûrî de derket. Di raporê de hat diyarkirin ku ji destpêka sala 2014'an heta niha her meh 100 hezar kes weke  penaber ji nava Suriyê derdikevin û xwe digihînin dewletên sînorê wan bi Sûryê re hevpar. Di raporê de cîh hat dayîna çîroka jina bi navê Rûba Humsî.


Duh li Londonê Rapora Komisyona Netwên Yekbûyî ya derbarê rewşa aborî û hejmara  penaberên Sûriyê de derket. Endama Desteya Komisyona Netwên Yekbûyî  Angelina Jolie bal kişan ser hejmara malbatên din ava şerê Surî de koç kirine û got: " Ji destpêka 2014'an de bi sed hezaran malbat penaberî Ordin, Misir, Lubnan û Îraq ê bûne. Di raporê de hat zanîn ku berpirsên 149 hezar malbatanên penaber jin in. Ev jî ji ber wan jinan hevserên xwe di şerê navxweyiyê Surî de wenda kirine, bi xwe li zarokên xwe dinêrin. Di heman demê de ji ber ewlehiya jiyana zarokên xwe ji Surî koç kirine. Lê din ava jiyana koçberiyê de jî rastî gelek zoriyên jiyanê hatine.


'Li welatên biyanî penaberî gelek zore'


Di ancama  lêkolînên Komisyona Netewên Yekbûyî  de balkirşandina ser qetilkirina 135 jinên penaper. Jinên koçber diyar kirin ku wan di şerê navxweyiyê Surî de hevserên xwe wenda kirine û niha ew li zarokên xwe dinêrin. Jina  bi navê Rûba Humsî ya ku weke koçber ji Surî koçî Mirsê kirî destnîşan kir ku wê hevserê wê di şer de jiyana xwe ji dest daye  ji ber wê jî niha ew li zarokên xwe dinêre û wiha got: "Min di şerê Surî de hevserê xwe wenda kir. Ez ji ber neçariyên jiyanê û şerê berdewam dike li Surî penaberî Misrê bibûm. Dema ku jin li welatekî wekî Misirê penaber be ne tiştekî hêsane. Ji ber zarokên min hemû biçukin ez li wan dinêrim."


'Em har roj bi dijwariyên penberiyê dimrin'


Rûba ya ku jiyana wê ya koçberiyê di raporê de cîh girtibû balkişandiye ser êrîşên zayendî ser jinên koçber û wiha gotiye: " weke her kes di zane Misir ji welatên herî zêde jin desdirêjiyên zayendî tên e. Ji ber wê  jî zêdetir jinên penaber ancamên vê nexweşiya civakî dikşînin. Bi sed hezaran jin penaber bûne, ev jin baş dizanin  jiyana penaberiyê jiyanek gelek zore. Lê ji derveyî wê riya jiyanê ji bo wan nemaye. Em ji ber mirinê reviyan. Lê bi dijwariyên penberiyê her roj dimrin."


'Ji sedî 60 jinên penaber bê ewlehîne'


Rapora Komisyona Netewên Yekbûyî destnîşan kir ku ji sedî 60 jinên penaber bê ewle dijîn. Jinên penaber ji lêkolerên Komisyona Netewên Yekbûyî  re sedemên bê ewlebûna jiyana xwe nirxandine. Jinan diyar kirine ku sedem tenê civaka bi hişmendiya mêran hatî avakirin e. Jin di civaka erebî de nikare bi tenê jiyana xwe dewam bike ji ber  vicak bi çavek ne baş û bê ewle li jinên bê hevser dinêre.


(şh/zt/pk)