‘Divê li hemberî êrîşan Kongreya Netewiya Kurdistanê pêkbê’
13:33
JINHA
ŞIRNAK – Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Silopiya bertek nîşanî êrîşên DÎAŞ’ê ser Kantona Kobanê dan û bang li hemû kurdan kirin hemberî van êrîşan bibin yek û demek ji ya dinê zutir Kongreya Netewiya Kurdistanê bê li darxistin.
Meclisa Dayîkên Aştiyê ya navçeya Silopi ya Şirnexê ji bo bertek nîşan dana êrîşên DÎAŞ’ê ser Kantona Kobanê civîna çapemeniyê li darxistin. Civîna Çapemeniyê li avahiya BDP’ê ya Silopyayê pêkhat di civînê de ser navê dayîkan Şemsî Kara daxuyanî da. Şemsî diyar kir ku deskeftiyên Rojava di heman demê de deskeftiyên hemû gelê kurdin û got: “Divê her kes bizanin Kantona Kobanê şeref û vîna gelê kurde û her kes bi vê hişmendiyê tevbigerin. Emê weke Dayîkên Aştiyê heta dawiyê li peyî van deskeftiyên xwebin.”
‘Divê li hemberî van êrîşan Kongreya Netewiya Kurdistanê pêkbê’
Şemsî anî ziman ku divê her kes di ferqa vê debe êrîşên DÎAŞ’ê ser Kantona Kobanê êrîşên ser hamû gelê kurd û vîna gelê kurde û wiha domand: “Heger Kongreya Netewiya Kurdistanê pêkhatibana DÎAŞ’ê cesaret nedikir ne êrîşî ser Herêma Federala Kurdistanê û ne jî ser Rojava yê Kurdistanê bike. Ji ber wê jî divê her çar aliyên Kurdistanê kom bibin, li hev bicivin û demek ji ya dinê zutir li hemberî van êrîşan Kongreya Netewiya Kurdistanê li darbixin.”
(zt)

