Li Çanakkaleyê jinek hat qetilkirin
13:46
Tîrmeh
8
/ 2014
JINHA
ÇANAKKALE – Li Çanakkaleyê kesê bi navê Y. Sonmez ji ber berdanê hevsera xwe ya bi navê Şefîka Sonmez qetilkir.
Li Çanakkaleyê kesekê ji ber sedema berdanê hevsera xwe bi çekê qetilkir. Kesê bi navê Y. Sonmez ji ber berdanê bi çekê êrîşî ser hevsera xwe ya bi navê Şefîka Sonmez kir û ew giran birîndar kir. Paşê Şefîka rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çanakkaleyê li gel hemû mudaxeleyan jî Şefîka jiyana xwe ji dest da. Piştî êrîşê Y. Sonmez yê ku hema ji cihê bûyerê revî jî hate girtin ji aliyê polîsan ve.
(zt)
