‘Amadekirin û darezandina dosyeya hemane!’

14:37

JINHA


AMED - Danîşîna doza KCK'ê ya sereke di 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê de dewam kir. Ramazan Morkoç di parastina xwe de balkişand ser bêhiqûqiyê û wiha got: "Di salên 1990'î de JÎTEM'ê em qetil dikir. Li serê kûçeyan xwîna me dihat rijandin. JÎTEM'a sala 2009'an di girtîgehan de digire. Ev dosya li navendekê hatine amadekirin, li navendekê darizandin pêk tên."

Danîşîna doza KCK'ê ya sereke di 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê de dewam kir. Osman Ocaklik ku di dosyayeke din de ceza girtiye û di girtîgehê de ye û şaredarê Peyasê yê berê Zulkuf Karatekîn ku bêyî girtin tê darizandin, siyasetmedar û parêzer beşdarî danîşînê bûn. Di danîşînê de îdiayên der barê Ramazan Morkoç hatin xwendin. Balkêşe tevlibûna merasîma cenazeyê siyasetmedarên kurd Husnu Ablay û Cîhan Denîz ku di sala 2008'an de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, wekî sûç hat nîşandin. 

‘Şahidên nepen ji bo her kesî tiştekî dibêjin’


Ramazan Morkoç doz şiband Dadgehên Îstîklalê û diyar kir ku dosyayên piştî darbeya leşkerî hatine vekirin jî bi qasî dosyayên doza KCK'ê bêhiqûqî nîn bûn. Parêzer Cabbar Leygara anî ziman ku îdiayên li dijî Ramazan, hiqûqî nîn in û wiha got: "Di dosyayê de îdiayên şênber nîn in. Şahidên nepen ji bo her kesî tiştekî dibêjin. Her wiha qeydên deng, êdî delîl nîn in."

‘JÎTEM'a sala 2009'an me di girtîgehan de digire’


Parêzer Bayram Akdemîr bilêv kir ku tiştên ku di îdianameyê de cih digirin, aydî dema Ramazan di girtîgehê de ye, piştî sererastkirinên dawî, ji ber çalakiyên ku behsa wan tê kirin, di 302 de darizandin pêwîst nake. Di îdianameyê de îfadeya ku tê gotin aydî Mehmet Nezîr Aslan e û di binî de îmze nîne û li dijî Ramazan daye hat xwestin bixwînin û parêzeran îtîraz kirin. Heyeta dadgehê diyar kir ku dê bixwinîn, esas girten an jî negirtin dê di dema biryarê de zelal bibe.  Ramazan Morkoç parastina xwe bi kurdî kir û wiha got: "Di salên 1990'î de JÎTEM'ê em qetil dikir. Li serê kûçeyan xwîna me dihat rijandin. JÎTEM'a sala 2009'an di girtîgehan de digire. Ev dosya li navendekê hatine amadekirin, li navendekê darizandin pêk tên."


Navber dan dozê dê piştî nîvro bidomîne.


(zt)