Di meha Remezanê de Ava Susê rastî eleqeyek mezin tê
08:49
Nurcan Yalçın - Melek Yuksel / JINHA
AMED – Li Amedê di demsala havînê de û bi tayîbetî jî di meha Remezanê de Ava Sûsê rastî eleqeyek mezin tê. Din ava gele de navên weke ‘Kole ya Kurdan’ li Ava Sûsê tê kirin. Yên Ava Sûsê difiroşin kincên kurdiyê gelerî li wanin û ji vî karê xwe razîne.
Bi demsala havînê re li nava kolanên Amedê denêg “ava sûsê ava sûsê” bilind dibe. Li Amedê demsala hevînê û tayîbetî jî meha Remezanê Ava Sûsê rastî eleqeyek mezin tê. Yên li Amedê Ava Sûsê difiroşin kincên kurdiyên gelerî li wanin, bi salane vî karî dikin û ji karê xwe razîne. Bi tayîbetî jî li her kuçe û kolanên Deriyê Çiyê di her gavekê de ne gengaze ku mirov rastî Ava Sûsê neyê. Elî Batula yê ku ev 20 salin Ava Sûsê û ava lîmonan difiroşe diyar kir ku Ava Sûsê ji bo pak kirina hindirê mirovan xwediyê rolek giringe û got: “Sûs giyayeke rayê wê tê derxistin hişk kirin û paşê hurkirin heta dibe toz paşê dixin nava avê û Ava Sûsê ji wê çêdikin. Dema ku wê tozê dixin nava avê çend saetan wiha dihêlin û paşê dest bi vexwarina wê dikin.”
‘Ev 20 sale ez vî karî dikim’
Elî da zanîn ku ev 20 sale ew debara jiyana xwe bi vî karî dike. Elî destnîşan kir ku îsal jî ev 4 mehe vî karî dike û herî zêde di meha Remezanê de ratî eleqeyek mezin tê. Elî derbirî ku ev bi salên demdirêje vî karî dike, despêkê li kêleka Çemê Dîcle ev kar kirine, lê niha êdî ji derveyî Amedê lig elek bajarên dinê jî dest bi vî karî hatiye kirin û wiha got: “Berê yên ev kar dikirin gelek kêmbûn, lê niha her kes dike.”
Ji bo gelek derdan dermane
Elî anî ziman k udi tevahiya cîhanê de lig elek cihan giyayê Ava Sûsê bi xwe şîn dibe, giyayek temen dirêje û wiha domand: “Li cihên gelek germ Ava Sûsê weke vexwarinek hênik tê vexwarin. Hem jî weke dermanê gelek derdan û pak kirina hindirê mirovan ji qirêjiyan tê karanîn. Tayîbetî jî ji bo pak kirina gurçik, mîde û gelek organên dinê yên hindirê mirovan tê vexwarin. Ava Sûsê li navendên weke Mûş, Çewlik, Qers, Sêrt, Amed û Rihayê pir şîndibe. Bi tayîbetî jî li peravên çemê Dîce û Firadê şîndibe. Herî zêde ji bo vexwarinê jî li van navendan tên vexwarin.”
(zt)

