Li Wanê ji bo Azadiya Abdullah Ocalan seferberî

09:44

Gulşen Koçuk - Bêrîvan Sumer / JINHA


WAN – Di çarçoveya kampanyeya DOKH’ê ya ‘Jin ji bo Azadiya Xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin’ ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan seferberiyê li Wanê kon hat vedan. Di vekirina kon de ser navê Meclisa Dayîkên Aştiyê lkRukiye Aslan got: “Îşala emê di Newroza bê ya sala 2015’an de Serokatiya xwe ser erdnîgariya Kurdistanê din ava xwe de bibînin. Em bi vê hêviyê dijîn. Dê Serokê me ji wê girtîgehê derkeve.”


Weke her derê li Wanê jî ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan seferberiyê despêkiriye. Li aliyekê di çarçoveya kampanyeya Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ya bi navê ‘Jin ji bo Azadiya Xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin’ li ber buroya berê ya BDP’ê ya ser Cedeya Cumhuryetê kon hatiye vedan, li aliyê dinê jî li hemû taxên Wanê bi boneya kampanyeya îmzayan li sitandên îmzayan îmza tên berhev kirin. Di bin pêşengiya DOKH’ê de kon 6’ê Tîrmehê hat vekirin. Li navçeyên dinê jî ji despêka Remezanê heta niha kon hatine vekirin. Dê heta cejnê li wan konan nobetên aştiyê bên girtin. Girêdayî nobetên aştiyê yên dê heta cejnê berdewam bikin de berdevka Meclisa Dayîkên Aştiyê Rukiye Aslan wiha got: “Me duh ev kon vekir û em carekedinê li vêderê dibêjin em ‘Azadiya Serokatiya xwe dixwazin.’ Ev 15 sale Serokatiya me di girtîgehêdeye. Bi salane em faksan, daxaznameyan û kampanyeyên îmzayan didîn despêkirin. Em van hemûyan heta Ewrupa jî dişînin lê heta niha me encamek negirtiye.”


‘Emê li ser erdnîgariya Kurdistanê Serokê xwe bibînin’


Rukiye diyar kir ku dê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi vekirina kon tenê sînor nemînin, ji bo wê jî ew bang li hemû welatiyên hestiyar û dilsoz dikin ku beşdarî çalakiyên wan bibin û wiha domand: “Dê ev kon 10 rojan vekirî bimîne. Lê heger bi qasî tê xwestin ji aliyê welatiyan ve alîkarî bê dayîn dê heta cejên jî vekirî bimîne. Em ji bo beşdarbûna çalakiyan û bi hêz kirina çalakiya konan bang li hemû welatiyên hestiyar, zorî dîtî, yên vê dozê têdigihin, yên li ber xwe didin û li tundî dîtine dikin ku xwe beşdarî van çalakiyan bikin. Em li benda alîkariya wanin. Heger Serokê me azad nebe dê gelê kurd jî azad nebe. Heta azadiya Serokê xwe emê weke gelê kurd li qadanbin. Heger em bimirin jî emê heta azadiya Serokê xwe li qadanbin. Azadiya Serokatiya me azadiya gelê kurd û hemû girtiyên di girtîgehandene.” Rukiye da zanîn ku ew hêvîdarin dê didemek kin de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe û wiha berdewam kir: “Îşala emê di Newroza bê ya sala 2015’an de Serokatiya xwe ser erdnîgariya Kurdistanê din ava xwe de bibînin. Em bi vê hêviyê dijîn. Dê Serokê me ji wê girtîgehê derkeve.”


‘Çêkirina bendav û qereqolan nîşanên berdewam kirina şere’


Rukiye kar û barê din ava kon de tê kirin û dê heta kengê berdewam bike wiha anî ziman: “Dê 3 rojan ser riya Îpegê, 3 rojan li Ruşbayê û 3 rojan jî li Erdemîtan berdewam bike. Heger çalakî rastî eleqeyek mezin bê emê piştî cejnê carekedin li vêderê berdewam bikin.” Rukiye belkişand ser pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve di Newroza Amedê de hatî despêkirin û pêde çu: “Em dinava pêvajoya aştiyê denin lê dewlet ne alîgirê aştiyêye. Ev salek zêdetire pêvajoya aştiyê hatiye despêkirin, lê dewlet hîna bendav û qereqolan çêdike. Ev jî nîşanên berdewam kirina şere. Bila hêvî nekin ku kurd bê hişin tuştekê tênagihin. Em dizanin ku ev amadekariyên şerin. Heger dest bi şer bikin dê gel jî şer bike. Dê tenê gerîla û leşker şer nekin. Heger gel rabin ser lingan dê dewlet ziyanên mezin bibînin.”


‘Emê di pêvajoya ku em dinav dene aştî û çareseriyê bixwazin’


Dayîka Aştiyê Perîşan Aslan jî got: “Heta azadiya Serokê xwe emê çalakiyên xwe berdewam bikin. Em aştî û azadiya Serokê xwe dixwazin. Heta Azadiya Serokê xwe emê weke gelê kurd li qadanbin. Emê di vê pêvajoyê de aştî û çareseriyê bixwazin. Heta Serokê me azad nebe em jî azad nabin.”


‘Gelo di fikirin ku dema şer bibe dê rehet runin?’


Dayîka Aştiyê Aliye Balik jî balkişand ser nobeta aştiyê ya li konan berdewam dike û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Bila ne fikirin ku em tuştekê nizanin. Ew çeteyên DAÎŞ’ê xedî dike û çekan dide wan. Ew serkêşiya qirkirinan dike. Di qirkirinên kurdan de tiliya Erdogan heye. Li Surî serê jinan jêdike û zarokan di kuje. Ev zilmek ji derveyî mirovahiyêye. Em dibêjin bila bê ser xwe. Em dixwzin weke mirovan tevbigere û gavên giring bavêje. Ya ku niha dike bi wê nabe. Gelo difikire heger şer bibe dê Erdogan li mala xwe rehet rune? Ew jî dê weke me bişewite. Dê neçar bibe ku hesab bide hemû dayîkên kurd û tirkan. Bila vê wiha bizanin û emê tu carî ji doza xwe gav paş de ne avêjin.”


‘Em azadiya Serokê xwe û nasnameya xwe dixwazin’


Zabît Mengu jî derbarê kampanyeya îmzayan ya ku li Wanê berdewam diki de got: “Ji bo aştiyek mayînde bê Rojhilata Navîn divê teqez Serokê me Abdullah Ocalan azad bibe. Me li ser vî bingehî û bi vê hişmendiyê dest bi kampanyeya îmzayan kiriye. Em bi heman hişmendiyê bang li hemû gelê xwe yê dilsozê aştiyê dikin ji bo aramiya hemû Rojhilata Navîn û tevayî cîhanê beşdarî vê kampanyayê bibin. Ji ber ew îmza ji bo karek gelek mezin û bi romet tê avêtin û her îmzayek hêzê dide kampanyeyê.” Welatiyê bi navê Lokman Turgut jî anî ziman ku heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadnebe dê pêvajoya aştiyê weke tê xwestin pêşnekeve û wiha domand: “Niha gelê kurd 2 tiştan dixwazin. Ya yekem stato ya duyemîn jî azadiya Rêberê xwe yê ku ji bo sitatoyê rê nîşandayî dixwazin. Gel azadiya Serokê xwe û sitatoya xwe bi hev re dixwazin. Ji ber wê jî em dibêjin ‘Ji bo Ocalan Azadî’”


 (zt)